Ji bo qada Galatasarayê kampanya îmzeyê

  • 15:25 28 Hezîran 2025
  • Rojane
STENBOL - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo vekirina Qada Galatasarayê ji bo xwepêşandan û çalakiyan kampanya îmzeyê da destpêkirin.
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kampanyayek îmzeyê bi sernavê "Divê Qada Galatasarayê ji bo xwepêşandanan were vekirin" da destpêkirin. Daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a wê hatiye parvekirin wiha ye: "Dayik/Mirovên Şemiyê 30 sal in ji bo xizmên xwe yên ku  bi zorê hatine windakirin li Qada Galatasarayê edaletê dixwazin. Lêbelê, qad bi salan e ji bo çalakiyan girtî ye. Ji bo vekirina Qada Galatasarayê îmzeyê biavêjin."
 
Hûn dikarin bi rêya vê lînkê piştgiriyê bidin kampanyayê.