Li Dêrsîmê li dijî kana xîz û Pomza nobet

  • 19:08 1 Tîrmeh 2025
  • Ekolojî
DÊRSIM – Nobeta ku li Xozatê li dijî kana xîzê û Pomza hatiye destpêkirin bi serdanan didome.
 
Li navçeya Xozan a Dêrsîmê li gundê Bargînî û gundên Zeve, orcan û Desîman a Pêrtagê, li dijî kana xîz û pomze ya tê xwestin bê avakirin nobet hat destpêkirin û di roja 5’an de didome. Pankartên ‘dest nedin pîroziya me, ji madenê re na’, ‘Dest nedin ava me, xweza me û hawirdorê’ hat vekirin.
 
Nobet îro bi serdanan berdewam kir.Komeleya Hawirdor a Munzurê û welatî çûn serdana nobetê û diyarkirin ku wê têkoşîn bidome.