Dayikên Şemiyê li aqûbeta Vedat Aydin pirsîn

  • 13:27 5 Tîrmeh 2025
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de kiryarên Vedat Aydin pirsîn û gotin: "34 sal in di vê dozê de lêpirsînek bi bandor, bêalî û serbixwe nehatiye kirin. Di doza Vedat Aydin de dawî li înkar û bêcezatiyê bînin. Erka xwe ya cezakirina sûcdarên naskirî û berpirsiyaran bi cih bînin."
 
Dayikên Şemiyê hefteya 1058'an a çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar xistin da ku çarenûsa  xizmên xwe yên kuştî û windabûyî bipirsin û edaletê bixwazin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qurnefîl hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de kiryarên Serokê HEP'ê ya Amedê Vedat Aydin hat pirsîn. Gelek parêzvanên mafên mirovan û Heseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn tevlî çalakiyê bûn. 
 
Daxuyanî ji hêla îkbal Eren ve hat dayîn û wiha got: "34 sal beriya niha Vedat Aydin hat qetilkirin. Vedat Aydin 38 salî bû û bavê 3 zarokan bû. Di 5'ê Tîrmehê de kesên ku xwe polîsên wekî Şaxa Siyasî dan nasîn bi çek û telsîzan Vedat Aydin binçav kirin. Piştî binçavkirinê parêzer demildest serî li Midûriyeta Emniyetê da. Lê hat diyar kirin ku Vedat Aydin ne li midûriyetê ye. Piştî rojek şûnde parêzer serî li cihên eleqedar da, lê tu bersiv nehat girtin. Di 7'ê Tîrmeha 1991’an de rojnamegerek hinbû ku li Goristana Madenê ya ku li ser rêya Erganî-Madenê ye cenazeyek hatiye definkirin. 
 
Piştî serlêdana malbatê gor hat vekirin û hat dîtin ku cenazeya ku şopê îşkenceyên giran lê heye aîdê Vedat Aydin e. Di 10'ê Tîrmehê de cenaze ji hêla malbatê ve bi tevlîbûna bi 10 hezaran kesî ve hat definkirin. Lê di merasîma cenazeyê de gule ser girseyê de hat reşandin. Gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî jiyana xwe ji dest da. Çend hevjîna Vedat Aydin Şukran Aydin eşgalên kiryaran jî aşkera kir jî got 'Devletê hevjînê min kuşt'  hat tehdîtkirin û hat binçavkirin. 5 salan li ber xaniyê Vedat Aydin 'Toroseke spî' rawestiya.
 
Daxuyaniya endamê JITEM'ê Abdulkadir Aygan û daxuyaniyên Murat Îpek eşkere kir ku Vedat Aydin ji aliyê Fermandarê JITEM'ê Cem Ersever û ekîba wî ve bi agahdariya Fermandarê Alaya Amedê Îsmet Yediyildiz ve hatiye windakirin. Midûrê Şaxa Îstîxbaratê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê yê wê demê, Hanifi Avcı, hem di pirtûka xwe ya bi navê 'Halîç'teki Sîmonlar' û hem jî di îfadeyên xwe yên dadgehê de diyar kir ku Vedat Aydin ji aliyê JITEM'ê ve ji mala xwe hatiye birin û kuştin. 
 
Tevî van hemû agahiyan, 34 sal in di vê dozê de lêpirsînek bi bandor, bêalî û serbixwe nehatiye kirin. Di doza Vedat Aydin de dawî li înkar û bêcezatiyê bînin. Qanûnê tavilê bicîh bînin. Erka xwe ya cezakirina sûcdarên naskirî û berpirsiyaran bi cih bînin."