Li Hollandayê mihricana civaka dayikî

  • 12:06 9 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarê Venlo yê Hollandayê bi sernavê "Civaka dayikî ya ji bo paşerojê" mîhrîcanek hate lidarxistin û bi sedan jin tevlî bûn.
 
Di navbera 4 û 7'ê Nîsanê de li bajarê Venlo yê Hollandayê mihricanek hate lidarxistin ku bi dehan saziyên li ser civaka Matrîarkal dixebitin ên weke Matri Form, Akademiya Hagia û Matrival tevlî bûn.
 
Di mîhrîcana de ku bi sernavê "Civaka Dayikî ya ji bo Paşerojê" hate lidarxistin, di nava çar rojan de bi pespektîfa civaka dayikî gelek panel û komxebat hatin lidarxistin. Yek ji saziyên ku beşdar bûn Akademiya Jineolojiyê bû.
 
Zêdeyî 600 jin, mêr û zarok tevlî mîhrîcanê bûn. Jinan ji herêmên cuda yên cîhanê û ji çandên xwe yên cuda, tecrûbeyên xwe parve kirin.
 
Ji bo cîhaneke ekolojîk, azadîxwaz û wekhev bang 
 
Di mîhrîcanê de ji bo cîhaneke ekolojîk, azadîparêz, wekhev û aştiyane bang hate kirin. di roja duyemîn a festîvalê de fîlozof, lêkolîner û nivîskar berpirsyara Akademiya Hagia Heide Gottner-Abendroht û endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî di atolyeyê de li ser civaka dayikî ji aliyê teorîk û pratîkî ve diyalog danîn.
 
Diyalektîka şoreşa jinê ya li Kurdistanê hat vegotin
 
Necîbe Qeredaxî bal kişand ser têkiliya navbera çanda azadiyê û çanda xwedawendiyê ya di nava têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê û diyalektîka şoreşa jinê ya li Kurdistanê vegot. Qeredaxî diyar kir ku ev diyalektîk niha di wê astê de ye ku diafire û işaret bi bingeha dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' kir ku felsefeya jiyana azad a Rêber Apo ye.
 
Heide Gottner-Abendroth li ser paşeroja şaristaniyê û potansiyela nirxên dayikî ya di nava krîzên sîstemê de axivî. Di vê çarçoveyê de işaret bi gelek têkoşînên ji nirxên dayikî yên li cîhanê kir û destnîşan kir ku tevgera azadiyê ya jinên Kurd e.
 
Ji enstîtuya arkolojiyê Joan Marler, qala karên li qada arkeolojiya çandî ya lêkolerînera Lîtvanyayî Marija Gimbutas kir. Bi taybetî jî bal kişand ser fîgurên xwedawendiyê yên li rojhilatê Ewropayê û tevahiya cîhanê.
 
Genevieve Vaughan jî di mijara aboriya diyariyê de ragihand ku têkiliya danûstandinê ya navbera dayik-pitikê de nexşerêya bingehîn a jiyana me diyar dike.
 
Ji civaka Bribri ya xwecihî ya Kosta Rikayê Maria Suarez, Haiden Christina û Leyla Morena qalê kirin ku bi karên bi civakan re nirxên çandî û civakî yên civaka dayikî çawa jinûve zindî dibin.
 
Lêkolîner û nivîskar Annine van der Meer li ser lêkolînên têkildarî fîgurên xwedawendiyê û civaka dayikî ya beriya 40 hezar salî bi sernavê 'Ma' pêşkêşiyek kir.
 
Di beşa çand û civakî ya mîhrîcanê de jî şano, konser, pêşangeh hebû ku bi vê yekê re işaret bi dîrok û serdema heyî ya civaka dayikî hate kirin.
 
Di mîhrîcanê de ji bo beşdarên mêr atolyeyeke taybet hate lidarxistin.
 
Ji bo zarokan jî bernameyeke taybet hate amadekirin.
 
Di dawiya mîhrîcanê de konserek ahte lidarxistin û bang li jinan hate kirin ku li hemberî şer û mîlîtarîzmê dengê xwe bilind bikin, xwe bigihînin civakeke demokratîk û aştiyane.