Civakek ku bi şoreşa jinan re bilind dibe

  • 09:04 16 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Rojda Aydin
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Qamîşloyê bi pêşengiya jinan dest pê kir, di sala xwe ya 13’an de jî bi modela jiyana azadîxwaz a jinan û avahiya civaka demokratîk a li dijî pergala serdest a mêran hatiye avakirin, wekî navnîşana berxwedan û hêviyê ye.
 
Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an ku mohra xwe li dîroka Rojhilata Navîn xist, salvegera xwe ya 13’emîn li pey xwe hişt. Di şert û mercên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de kurd, ereb, asûrî û gelên din ji bo avakirina jiyaneke nû bi hev re dest bi têkoşînê kirin. Tevgera gel a ji Qamişlo rabû di demeke kin de li Kobanê, Efrîn û Cizîrê belav bû.  Rojava ne tenê wekî veguherînek siyasî, lê di heman demê de wekî şoreşek jinan jî di dîrokê de cih girt. Serhildana gel a li Rojava dest pê kir ne tenê serhildanek li dijî rejîmên otorîter bû, di heman demê de destpêka veguherînek radîkal a zîhniyetê di avahiya civakî de bû.
 
Perspektîfa konfederalîzma demokratîk û paradigmaya azadîxwaz a jinan a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e parastiye, di vê serdemê de ji aliyê gelê Rojava ve di pratîkê de hate sepandin.
 
Konfederalîzma demokratîk û rizgariya jinan
 
Konfederalîzma demokratîk wekî sîstemek tê pênasekirin ku têgeha dewleta navendî red dike û li ser rêveberiyên herêmî û beşdariya rasterast a gel ava dibe. Di vê modelê de azadiya jinan, domdariya ekolojîk û pirrengiya etnîkî-çandî wekî bingehên bingehîn derdikevin pêş. Gotina Abdullah Ocalan a “Heta jin azad nebe civak jî azad nabe”di dilê veguherîna civakî ya li Rojava de cih girt.
 
Sîstema hevserokatiyê, meclîsên gel û avahiyên komunan ên li Rojava hatine bicîhkirin, li ser bingeha temsîliyeta wekhev a jinan di hemû qadên jiyana civakî de ne. Jinan di siyaset, aborî, parastin û perwerdeyê de rolên aktîf girtin û alternatîfek bihêz li hember avahiya baviksalar pêşkêş kirin.
 
Sembola berxwedanê: Kobanê 
 
Tevî 13 salan ambargo, dorpêçkirin û êrîşan jî berxwedana Rojava xwe parast. Têkoşîna destanî ya li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê, bi taybetî di salên 2014-2015’an de bala raya giştî ya cîhanê kişand û Rojava kir sembolek gerdûnî. Şervanên YPJ’ê ji sembolên herî berbiçav û bi bandor ên vê berxwedanê ne.
 
Rêveberiya xweser û veguherîna civakî
 
Îro, Rojava ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye rêxistinkirin, bi pejirandina sîstema xweseriya demokratîk xwerêveberiyê didomîne. Dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hem wekî nexşerê û hem jî wekî kevirê bingehîn ê vê şoreşê zindî tê hiştin.
 
Jinan ne tenê bi rêya sîstema hevserokatiyê û meclîsa herêmî de temsîliyet bi dest xistine, lê di heman demê de hêzên xwe yên parastina xwe jî ava kirine û hewl didin ku bi rêya akademiyên jinan perwerdehiya îdeolojîk bidin û zihniyeta baviksalar biguherînin.
 
Modela jiyanek nû
 
Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn modelek jiyaneke wekhev, piralî û azadîxwaz temsîl dike. Ev ezmûn ku armanc dike ku komên etnîkî û olî yên cuda bi hev re di aştiyê de bijîn, ji hêla gelek kesan ve li herêmê wekî hêvî û alternatîfek tê dîtin.
 
Gundê Jinwarê
 
Her wiha gundê Jinwarê ku ji aliyê jinên Rojava ve li ser bingeha xwerêveberiya xweser û hevgirtina xwe hatiye avakirin, bûye sembolek girîng a têkoşîna azadiya jinan. Jinwar ku navê wê di kurdî de tê wateya “cihê jinan”, wekî modelekê derdikeve pêş ku bi tevahî di bin rêveberiya jinan de ye û li derveyî avahiya civakî ya baviksalar cîhekî jiyanek azad pêşkêş dike.
 
Jiyana komûnal
 
Jinwar di sala 2016’an de hat damezrandin, rê dide jinan ku bi hev re pêdiviyên xwe yên bingehîn ên wekî çandinî, perwerde û tenduristiyê bicîh bînin, biryarên xwe bi xwe bidin û jiyaneke domdar û bê tundîtûjî bijîn. Gund armanc dike ku azadiyên takekesî û civakî yên jinan xurt bike. 
 
Jinwar, wekî projeyek ku sembola beşdariya çalak a tevgera jinan a li Rojava ne tenê di şer de, lê di hemû aliyên jiyanê de jî nîşan dide û armanc dike ku di serdema pêş de ji bo têkoşîna azadiya jinan bibe çavkaniyek îlhamê.
 
Jin xwedî gotin in
 
Li seranserê Rojava, jin niha bi rêya saziyên xwe di her aliyê jiyanê de xwedî gotin in. Gelek sazî, wek Kongra Star ji bo rêxistina sîwanî ya tevgera jinan, Mala Jin ku navendeke hevgirtinê ya li dijî tundûtûjiyê ye, YPJ ku parastina leşkerî dike, Kooperatîfên Jinan ku armanca wan serxwebûna aborî ye, HPC-Jin ku ewlehiya herêmî peyda dike û Meclîsên Jinan ku roleke çalak di mekanîzmayên biryardanê de dilîzin, pêşengiya jinan di veguherîna civakî de temsîl dikin.
 
Zehmetî û pêşeroj
 
Her çend Rojava bi dijwarîyên mezin re rû bi rû ma (ambargo, destwerdanên derve, êrîşên leşkerî), ev veguherîna civakî ya bi pêşengiya jinan li ser nigan ma. Tê hêvîkirin ku şêwaza jiyana demokratîk li herêmê di salên pêş de wekî mînakek zindî ya paradîgmaya Abdullah Ocalan xurtir bikin û di jiyana xwe de bidin jiyîn.