
ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 17 Tîrmeh 2025
- Rojev
* Gulcan Kaçmaz Sayyigit, ku beşdarî merasîma îmhakirina çekên gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk li Silêmaniyê bû, diyar kir ku ev gava dîrokî serdemeke nû daye destpêkirin û got, "Ev serdemek e ku têkoşîn ketiye qonaxeke cuda. Şewitandina çekan li wir destpêkek nû, guhertinek, veguherînek nîşan da." BI DÎMEN
*Hunermend Rûgeş Kirici ya şahidiya dîrokî kir wiha got: “Divê em dereng nemînin. Zêde dem tuneye. Salên dirêj ên têkoşînê hene lê ji bo demokrasiyê sebra me nemaye. Divê zûtir gav bên avêtin." BI DÎMEN
*Cigira Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor derbarê atolyeyên Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya ku Meclîsa Jinan a DBP’ê pêk aniye de axivî û got: “Gelê Kurd wê di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd de wê van atolyeyên xwe pêk anîn.” BI DÎMEN
* Di komkujiya Pirûsê de ku DAIŞ’ê pêk anî 33 rêwiyên xeyalê, jiyana xwe ji dest dan û 10 sal in edalet pêk nehatiye.
*Jinan bertek nîşanê binçavkirina malbata ku ji ber muzîka Kurdî guhdar kirin, bi îşkenceyê binçavkirin da û da zanîn ku êrîşên li hember ziman û çanda Kurdî berdewama polîtîka êrîşê ye û got wê berxwedana li dijî zext û êrîşan bidome. BI DÎMEN