Kuştina Ayşe Tokyaz hat protestokirin

  • 20:07 17 Tîrmeh 2025
  • Rojane
DÎLOK - Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê ji bo Ayşe Tokyaz a ku ji aliyê polîsê berê Cem Koç ve hat kuştin, civiya, diyar kir ku ew ê dozê bişopînin.
 
Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê ji bo Ayşe Tokyaz ku ji aliyê polîsê berê Cemil Koç ve hat kuştin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamên platformê beşdarî civînê bûn. Civîn li şaxa Dîlokê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Eğitim-Sen) pêk hat.
 
Pankartek bi nivîsa "Em ê bêdeng nemînin, em ê netirsin, em ê îtaet nekin, em ê li dijî kujer, tacîzkar û bêcezatiyê têkoşîna xwe bidomînin" li hola civînê hate daliqandin. Gulfîdan Ozpolat, ku li ser navê platformê di civînê de axivî. Gulfîdan Ozpolat got, "Divê lêpirsînek bi bandor were kirin û divê hemû polîs û karmendên din ên giştî yên berpirsiyarê mirina Ayşe Tokyaz û her wiha sivîlên ku alîkariya wê kirine û teşwîq kirine, werin darizandin. Divê Cemil Koç tavilê were girtin. Em ê dozê bişopînin."