
Li dijî Kurdî êrîş: Aştiyek mayînde bi naskirina ziman pêk tê
- 09:06 17 Tîrmeh 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Jinan bertek nîşanê binçavkirina malbata ku ji ber muzîka Kurdî guhdar kirin, bi îşkenceyê binçavkirin da û da zanîn ku êrîşên li hember ziman û çanda Kurdî berdewama polîtîka êrîşê ye û got wê berxwedana li dijî zext û êrîşan bidome.
Malbata Kaya ku ji 10 kesan pêk dihat, di 13’yê Tîrmehê de dema ji navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji seyranê vedigeriya, di rê de bi hinceta ku di wesayîta xwe de li stranên Kurdî guhdarî dikin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Ciwanên ku sewqî dadgehê bûn bi “bi şertê kontrola edlî” ve hatin berdan. Zeynep Yaman a ducanî ji ber polîsan pêhîn li zikê wê dabû, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekî. Zeynep Yaman a ku neçar hate hiştin ku bi rêbaza sezeryanê bi lezgînî were emeliyatkirin, xetereya jiyana pitikê wê didome.
Der barê êrîşa nîjadperest de bertek didomin. Jinên Amedê der barê mijarê de axivîn.
Aktîvîsta zimanê Kurdî Mîne Karakaş diyar kir ku êrîşa li hember Kurdî ji ber bêtehemuliyê pêk tê û wiha vegot: “Rojên borî de li Stenbolê malbata ji seyranê vedigeriyan rastî êrîşek çavsor hat. Gelek kes birîndar bûn. Ji ber strana Kurdî guhdarkirin êrîş kirin. Ev jî bêtehemuliya li hember Kurdî nîşan dide. Di pêvajoyeke aştiyê de êrîşên wisa nayê qebûlkirin. Em êrîşê şermezar dikin.”
Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç der barê mijarê de axivî û got: “Ev êrîşên tên kirin ji ber tunehesibandina Kurdan pêk tên. Ji ber dixwazin Kurdan asîmîle bikin van êrîşan dikin. Em êrişê şermezar dikin. Ev êrîş pêvajoya aştiyê de pêk hat. Dixwazin zirarê bidin pêvajoyê. Aştiyek mayîn de bi naskirina ziman pêkane. Em êrîşan şermezar dikin.”
Hevseroka DEM Partî ya Amedê Gulşen Ozer jî wiha anî ziman: “Bi salane polîtîkayên êrîşê didomin. Em ji ber êrîşa li malbatê xemgînin û bila derbasî be. Bila ji hemû gelê Kurd re derbasî be. Ev tenê li malbata Kurd nehatiye kirin li ziman û çanda Kurd hatiye kirin. Ev zîhniyeta qirêj bi salane wihaye. Ev êrîş ji ber bêtehemuliyê pêk hatiye. Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin.”