Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê

  • 13:48 17 Tîrmeh 2025
  • Ked/Aborî
ENQERE – Jinên girêdayî KESK’ê, diyar kirin Peymanên Kar ên Komî (TÎS) ya ne li ser esasê zayendê dixwazin û daxwazên xwe rê kirin.
 
Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên jin, daxwazên xew yên ji bo Peymanên Kar ên Komî (TÎS) di navenda giştî ya sendîkayê daxuyandin. Sekretera Jin a KESK’ê Done Gevher, diyar kir ku daxwaza peymanekî kar a ku pirsgirêka zayendiya civakî û newekheviya zayendî çareser dike dixwazin. 
 
Done Gevher, ev tişt got: “Ji bo çareseriya mijarên tundiya ku li kargehan de xwe dispêre zayendê, newekheviya heqdest, divê di pêvajoya peyamana kar de jin bên temsîlkirin. Divê çarçoveya Peymanên Kar ên Komî de bê berfirehkirin û cih bidin wekheviya zayendî. ”
 
Done Gevherê, ev daxwaz rêz kir:
  
“* Divê di mewzûatê de qanûnên ku wekheviya zayendî xurt dike cih bigrin û ev qanûn bên cihbicikirin. Herwiha qanûnên têkildarî xebatê bên sererastkirin.
 
* Divê di wezaretan de Komîsyonên Peymanên Kar ên komî hebin û di peymanên komî de ev komîsyon jî bên temsîlkirin.
 
* Divê ji bo cihgirtina di nava rêveberiyan de pêşiya jinan bên vekirin. 
 
* Divê mifredata perwerdehiyê li gorî wekheviya zayendî ji nû ve bê sazkirin, di nava hemû saziyan de perwerdehiyên li ser werkheviya zayendî bên dayîn. 
 
* Divê polîtîkayên ku kar û barê malê (zarok, pîr, nexweş) dike berpirsiyariya jinan bên terikandin û li dijî vê hişmendiyê polîtîka bê pêşxistin. 
 
* Divê jinên astengdar di saziyên cemawerî de ben erkdarkirin û mercên perwerdehiyê ji bo keçên astengdar bên hêsankirin.
 
* Divê destûra berî zayînê û piştî zayînê bên sereraskirin.
 
* Kargehên ku xebatkarên wan 50 kes bin, divê ji bo zarokên xebatkaran karibin bi zimanê xwe yê dayikê ve perwerde bibinin zarokîstan bên vekirin.
 
* Divê mercên xebata ewle ji bo jinan bên avakirin û tevdîrên li dijî tundiya zayendî û xizaniyê bên girtin.
 
* Divê fesixkirina Hevpeymana Stenbolê, bê betalkirin û qanûna hejmar 6284'an bên cihbicikirin.
 
* Divê daxwazên cih gurhertinê yên jinên ku rastî tundî, destdirêjî û mobîngê bûne bêyî belge bên qebûlkirin. 
 
* Ji bo rêzgirtina têkoşîna jinan divê roja 8’ê Adarê bi awayeke fermî bibe betlane û TÎS bê qebûlkirin.