Gef li girtiya nexweş Semra Akgul hat xwarin

  • 16:22 21 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED – Semra Akgul a ku di Girtîgeha Jinan a Amedê de tê ragirtin, dema ji bo tedawiyê çû nexweşxaneyê leşkeran bi gotina “Em îşev wê ji holê rakin” ve gef lê xwarin. 
 
Semra Akgul a ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin, di 11’ê Tîrmehê de sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl bû û li vir anjiyo bû. Semra Akgul a ku piştî emeliyatê birin odeyê, 2 leşkerên nobedar gotin: “Em îşev wê ji holê rakin.” Hate diyarkirin ku leşkeran ji gardiyanan re jî gotine “Îşev derî vekin, em hemû terorîstan ji holê rakin.”
 
Piştî xebatkarên girtîgehê ev agahî ji îdareyê ra parve kir, îdareyê dozgerî ji rewşê agahdar kir. Leşkerên ku îfadeya wan ji aliyê dozgeriyê ve hatin girtin, hate zanîn ku leşkeran di îfadeya xwe de gotine me “henek” kiriye. Semra Akgul, têkildarî leşkeran serlêdana sûc kir. Hate zanîn ku girtiyan, ji îdareyê re daxwazname nivisîne û tê de diyarkirina ku ji ber nebûna ewlehiyê, sewqên xwe yên nexweşxaneyê betal kirine.   
 
Herwiha hate diyarkirin ku girtiyan, ji bo Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê serlêdan kirine û endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê dê rewşê bişopînin.