
‘Pirsgirêk her tim hebûn lê her diçin zêde dibin’
- 09:07 24 Tîrmeh 2025
- Jiyan
SEMSÛR - Piştî erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş hîna jî pirsgirêkên nehatine çareserkirin hene. Li Semsurê ev neçareserî li ser welatiyan nexweşiyên cuda diafirîne. Hevsreoka SES'ê ya Semsûrê Rengîn Kilinç der barê van pirsgirêkan de axivî.
Di erdheja 6’ê Sibata 2023’yan de ku navenda wê Mereş bû, ji ber çareseriyên mayînde nehatin afirandin li Semsûrê nexweşiyên cidî yên kronîk didomin. Di rapora ku Sendîka Kedkarên Tenduristiyê (SES) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), tê diyarkirin ku ji ber qirêjiya hewayê, zêdebûna întîxaran, ji ber zarok xweş xwedî nabin pirsgirêk didomin û ev bandor li ser jiyanê dike.
Hevseroka SES'ê ya Semsûrê Rengîn Kilinç texrîbatên piştî erdhejê afirîne ji JINNEWS’ê re vegot.
‘Pirsgirêk giran dibin û berdewam dikin’
Rengîn Kilinç da zanîn ku tevî du sal ji ser erdhejê de derbas bûne pirsgirêk hîna didomin û got: “Starbûn, xwedîbûn, tunebûna ava paqij, tunebûna qadên civakî û gelek pirsgirêkên din. Her ku dem derbas dibe jin û zarok nikarin xwe bigihînin ava paqij ji ber vê nexweşî pêş dikevin. Jin di qadên teng û biçûk de ne. Qada civakî tuneye. Ji ber vê depresyon, tundî, destdirêjî zêde dibe û tundiya di nav malbatê jî zêde bûye. Ji ber xwedîbûnek baş tuneye bi zarokan re pêşketin tuneye.”
‘Rêjeya întîxarê zêde bûye’
Rengîn Kilinç bi lêv kir ku bi xebata ku bi Yekitiya Tabîban re kiriye bi zarokan re şûndeketinek cidî heye û di alî xwedîbûnê de pirsgirêkên cidî hene. Rengîn Kilinç wiha vegot: “Du sal in ev pirsgirêk nehatin çareserkirin. Mirov bi çareseriyên biçûk jiyanê didomînin. Li Semsûrê malbatên mezin hene. Qadên lê dimînin teng in. Ji ber depresyona giran li bajar hejmara întîxaran zêde dibe. Pêşî li vê nayê girtin. Agresîfî, xerabûna xewê, di axaftinê de xerabûn, anksiyete û depresyon bandora edhejê ne.”
‘Yên tên nasekinin, nikarin bisekinin’
Rengîn Kiliç di berdewamiyê de ev tişt got: “Piştî erdhejê welidîna zû û ji birçûyîna zarokan zêde bûye. Gundî di alî veguhestinê de pirsgirêkan dijîn. Binesazî bi pirsgirêk e. Tevî li nexweşxaneyan hewcedarî heye bijîşk nayê naxwazin bên. Yên tên jî nasekinin. Kêmasî hene. Jin nikarin xwe bikin navenda jiyana xwe. Divê jin xwe rêxistin bikin. Yên jiyana xwe biguherînin em in.”