Emîne Ocak ji qada berxwedanê hat oxirkirin: Tu bûyî hêvî

  • 10:29 24 Tîrmeh 2025
  • Rojane
STENBOL - Di merasîma cenazeyê Emîne Ocak, yek ji kesayetên sembolîk ên Dayikên Şemiyê de, peyamek hat dayîn ku divê winda bên dîtin û sûcdar bên darizandin.
 
Dayika Şemiyê Emîne Ocak, ku di 20'ê Hezîranê de ji ber krîza dil a ji ber têkçûna nefesê li beşa lênêrîna giran dihat dermankirin, di 22'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Merasîma cenazeyê Emîne Ocak li Qada Galatasarayê, cihê berxwedana mirovên Şemiyê, hate lidarxistin. Tevî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dorpêça polîsan a keyfî ya li Qada Galatasarayê dewam kir. 
 
 
Di merasîma cenaze de, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Ayşegul Dogan, Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan, mirovên Şemiyê, rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan, Dayikên Aştiyê, partiyên siyasî û bi hezaran kes amade bûn.
 
Tabûta Emîne Ocak a bi qumaşê reş pêçayî anîn Qada Galatasarayê. Wêneya Emîne Ocak û pankarta bi nivîsa "Min dev jê berneda, em ê dev jê bernedin" li ser maseya ku tabûta wê lê hatibû danîn hatin daliqandin û qurnefîl li ser tabûta wê hatin danîn.
 
Merasîma cenaze bi xwendina çîroka jiyana Emîne Ocak dest pê kir û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ew ji Emîne Ocak hînî berxwedanê bûne. 
 
 
Merasîm bi dirûşma "Dayê em li vir in" bi dawî bû. 
 
Wê cenazeyê Emîne Ocak li ba yê Hasan Ocak bê definkirin. 
 
Cenazeyê Emîne Ocak wê saet di 4:00’an de bibin Cemeviya Gazî û piştre li kêleka kurê wê Hasan Ocak li Goristana Gazî were veşartin.