Ji MKG'ê peyama Azadiya Çapemeniyê

  • 10:57 24 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED  - MKG'ê di Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku azadiya çapemeniyê nefesa demokrasiyê ye û peyama "Em ê dev ji nivîsandina rastiyê bernedin. Em ê dev ji pênûsên xwe bernedin" da.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî 24'ê Tîrmehê, Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê daxuyaniya nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em vê bêdengiyê qebûl nakin. Rojnamevanên jin ên girtî ne bi tenê ne. Dengê wan dengê me ye. Qelemên wan qelemên me ne. Parastina pîşeya me tê wateya hembêzkirina têkoşîna wan."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
24'ê Tîrmehê wekî rakirina sansurê ya li Tirkiyeyê wekî Roja Cejna Çapemeniyê hatiye ragihandin. Lê ji bo me rojnamevanan, ev roj ji pîrozbahiyekê wêdetir e; ji bo me roja zindîhiştina hafizeyekê ye, ev ji bo me roja dengê kesên dixwazin bêdeng bê hiştin e, her wiha ji bo me berxwedana li dij hemû cureyên zextan e. Ji ber ku rojnamegerî hîn jî li vî welatî wekî sûc tê hesibandin. Nemaze heke hûn jin bin, heke hûn rastiyê bibêjin, an jî heke hûn li ser cihê ku civak tê paşguhkirin nûçeyan çêbikên wê demê hûn bêtir bi zextan rû bi rû dimînin. 
 
Wekî rojnamevanên jin ên li Mezopotamyayê dixebitin, em hewl didin rastiyên pir caran nayên dîtin an jî tên paşguhkirin, eşkere bikin. Em li ser kuştinên jinan dinivîsin, xizaniyê belge dikin, dengê sivîlan di nav şer de tomar dikin û em hewl didin dengê mirovên ku nasname, ziman û îradeyên wan tên paşguhkirin bigihînin raya giştî. Ji ber vê yekê, em di têkoşînek du alî de ne, em hem li dijî zordariya dewletê û hem jî li dijî hişmendiya serdest a mêran li berxwe didin. Em qelemên xwe ne tenê wekî amûrek ji bo hilberîna agahdariyê, lê di heman demê de wekî amûrek ji bo berxwedan, bîranîn û rastiyê jî dibînin.
 
Îro, gelek rojnamevan tenê ji ber ku rastiyê radigihînin ji azadiya xwe bêpar dimînin. Hevkarên me yên di girtîgehê de ji bo parastina rûmeta pîşeyê û mafê raya giştî yê agahdarkirinê, bedelê didin. Dîcle Başturk ji ber ku hewl da bibe dengê gel li welatê xwe hate cezakirin. Eylem Emel Yilmaz ji ber ku nivîsandina xwe ji sînorên ku ji hêla hikûmetê ve hatine danîn derxist, hate hedefgirtin. Her du rojnamevan di meha hezîranê de di çarçoveya lêpirsînek li Artvinê de hatin girtin û di rûniştina 16'ê Tîrmehê de hatin berdan. Elîf Ersoy ji ber çalakiyên xwe yên weşana Kovara Meşê  tê bêdengkirin. Hatice Dûman bi salan e di girtîgehê de ye ji ber ku, wekî jinekê, hem karê rojnameyê bi rê ve dibir û hem jî red kir ku serî li ber pergalê bitewîne. Ozden Kinik, wekî jinek ji nava dewletê, şahidiya hilweşîna weşana giştî kir. Perîhan Sevda Erkilinç ji ber ku wekî dengekî bilindbûyî ya Ozgur Gelecekê, ronî da tariyê, hate darizandin. Ji aliyê din ve, Songul Yucel ji aliyê kesên ku ji ber qada rewşenbîrî ya ku wê li Kovara Onsozê ava kiriye, aciz bûne ve hate hedefgirtin.
 
Ev jin ji bo mafê raya giştî yê agahdarkirinê têdikoşin û bê tirs rastiyê dibêjin. Her yek ji wan di azmûna demokrasiya Tirkiyeyê de wekî qaxiza tûrnûsolê ne. Dema ku rojnamevan li welatekî girtî bin, kes azad nîne. Û dema ku rojnamevanên jin tên bêdengkirin, hem rastî û hem jî wekhevî tên tepeserkirin.
 
Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em vê bêdengiyê qebûl nakin. Rojnamevanên jin ên girtî ne bi tenê ne. Dengê wan dengê me ye. Qelemên wan qelemên me ne. Parastina pîşeya me tê wateya hembêzkirina têkoşîna wan. Ji ber vê yekê, em ê li kêleka her jinên tên xwestin bên bêdengkirin bin; em ê nivîsandin, ravekirin û belgekirinê bidomînin.
 
Ji bo me, 24'ê Tîrmehê ne cejn e, lê rojeke têkoşînê ye. Ji ber ku em dizanin: Rastî nikare di zindanê de were girtin. Rojnamevan nikarin bên bêdengkirin. Azadiya çapemeniyê nefesa demokrasiyê ye; dema ku ev nefes tê qutkirin, civak jî bê nefes dimîne. Em ê tenê bi hevgirtin, têkoşîna rêxistinkirî û bi înada xwe vê serdema tarî derbas bikin.
 
Em ê dev ji nivîsandina rastiyê bernedin. Em ê dev ji qelemên xwe bernedin. Û rojekê, bi hev re, em ê rojeke çapemeniyê ya bi rastî divê bê pîrozkirin, biafirînin."