Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan

  • 09:05 27 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Li girtîgehan binpêkirina mafan û îşkence didomin. Sekreteryaya Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel der barê binpêkirina mafan de axivî û da zanîn ku pirsgirêkên tên jiyîn ji qestî tên kirin.
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û bi taybet jî girtiyên nexweş ji ber van binpêkirinan bi awayekî neyînî bandor dibin. Li dijî van pirsgirêkan mafê jiyana mirovan tê binpêkirin.
 
Sekreteryaya Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel der barê mijarê de axivî.
 
Ayşe Şehrîban Demîrel da zanîn ku li girtîgehan girtiyên nexweş bi binpêkirinên mafan re tên rû hev û got: “Ev demek dirêj e em dişopînin. Girtiyên siyasî hem ji şertên girtîgehê hem jî ji ber nexweşiyan bi bandor dibin. Gelek girtiyên nexweş rewşa wan giran bûne. Serlêdanan dikin û têkoşîna hiqûqî didin. Lê mixabin gavên şênber nayên avêtin. Mafê jiyanê ji dest girtiyan tê girtin.”
 
‘ATK bi biryarên siyasî tevdigere’
 
Ayşe Şehrîban Demîrel daxuyakirin ku ATK di mijara girtiyên nexweş de bi alî tevdigere û ev jî di raporên wan de tê dîtin. Ayşe Şehrîban Demîrel wiha vegot: “ATK raporên dikare girtî bimîne dide girtiyên rewşa wan giran. Rapor li ser raporên tenduristî û îfadeyên îdareya girtîgehê ava dike. Em dibin şahidê vê. Em vê ji girtiyên nexweş fêr dibin. Tenê ji girtiyan re dibêjin ‘çiyê te heye tu ji ku derê nerehetî’. Wisa raporê amade dikin. Rapor ji zanistê dûr tên amadekirin. ATK bi biryarên siyasî tevdigere.”
 
Li girtîgehên ewlehiya bilind girtiyên nexweş
 
Ayşe Şehrîban Demîrel balkişand ser girtiyên li girtîgehên ewlehiya bilind dimînin û wiha vegot: “Li van girtîgehan girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Piranî girtiyên siyasî bi taybet di demên dawî de dişînin girtîgehên Tîpa S, F yên em dibêjin ewlehiya bilind. Li van girtîgehan qawiş qelebalix in û bêyî piştgiriya hevalên xwe nikarin jiyanê bidomînin. Ji ber vê ev girtîgeh rewşa girtiyan bi awayekî neyînî bandor dike. Li girtiyan fezkirin hene. Lêgerîna dev tê ferzkirin. DMME’ê di vî alî de biryara binpêkirinê daye. Lê mixabin di vî alî de jî hîna gavek şênber nehatiye avêtin.”
 
‘Jin di hedefê de ne’
 
Ayşe Şehrîban Demîrel di berdewamiya axaftin xwe de li ser Lijneyên Şopandina Îdarî jî sekinî û destnîşan kir ku ev lijne jî veguherîne mekanîzmaya darazê ya alternatîf. Ayşe Şehrîban Demîrel ev tişt bi lêv kir: “Bi taybet li hember girtiyên jin pêkanînên nebaş hene. Jin bi zanebûn hedef tên girtin. Der barê girtiyan de divê sererastkirinên nû bên kirin.”