Jinên tevli atolyeyê bûn: Em bi îdeolojiya rizgariya jinê, têgihiştin

  • 09:10 2 Tebax 2025
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
MÊRDÎN - Jinên di atolyeyên ku Meclîsa Jinan a DBP’ê bi sernavê ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ hatin gel hev, diyar kirin ku bi van atolyeyan hîn bûne, nasnameya jinê nas kirine û li dijî pirsgirêkan hîn xurt û bi biryar in. Her wiha jinan gotin divê berdewamiya atolyeyan bê.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşmeya ‘bi jina demokratîk ber bi civaka demokratîk ve’ di meha gulanê de kampanya da destpêkirin û çarçoveya kampanyayê de atolyeyên ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ yên hatin destpêkirin didomin. Atolye şev û roj li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bê navber didomin û ji her temenî jin tevli dibin. Di atolyeyan de di dîrokê de guherîna jinan, êrîşên li hember jinan, rêgezên îdeolojiya rizgariya jinan tê nîqaşkirin.
 
‘Em jî hene’
 
Medya Koç da zanîn ku mêr bi tundiya li jinê dike xwe mezin dibîne û got: “Mêr dibêjin em hene û jinan tune dibînin. Em jî dixwazin heyî bin û bê dîtin. Mêr çiqas bêjin hûn tune ne jî em dibêjin ‘em hene’. Bi van gotinan dixwazin jinan bikin kole. Bar hemû li jinan bar dikin. Li malê li her derê bar li ser milê jinan e. Wekhevî tuneye. Mafê jinan tuneye. Di ol de jî dibêjin mafê we tune ye.  Bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, riya azadiya jinan vebûye. Em ê di van atolyeyan de zêdetir bên gel hev. Bawer im ji vir şûnde em ê mafên xwe bigirin. Em dixwazin van atolyeyan bidomînin.”
 
‘Beriya atolyeyê û piştî atolyeyê ne wekhev e’
 
Sadiye Adal jî daxuyakirin ku ew ji atolyeya pêk hatiye gelek kêfxweş in û wiha bi lêv kir: “Divê xebatên wisa her tim bên kirin. Ev atolye hêzê didin jinan. Divê jin bê gel hev. Ev girîng e. Di gelek mijaran de ronî dibin. Ji bo beriya atolyeyê û piştî atolyeyê ne wekhev e. Em wekheviyê dixwazin. Em ji bo zarokên xwe dixwazin jiyanek wekhev ava bikin.”
 
Piştevaniya jinê
 
Kubra Yurcu destnîşan kir ku atolyeyên wisa ji bo jinan piştgirî û hêviyek mezin e û ev nirxandin kir: “Li vir ji her alî jin hene. Em li ser azadiya jinan nîqaş dikin. Gelek bername hene. Bi sedan jin tên gel hev. Jinek xwe îfade bikin wê jinên din jî xwe îfade bikin. Yên alîkariyê bidin hev dîsa jin in. Jin di civakê de wek kole tê dîtin. Jin her karê malê dikin, ji mêr re xizmetê dikin. Li zarokan dinêrin. Lê nikarin ji bo xwe tiştekî bikin. Jin dikarin xwedî li hev derkevin. Dikarin piştgiriyê bidin hev. Divê em ligel hev têbikoşin.”
 
Jineke din a ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku ew ji ber tevli atolyeyê bûye gelek kêfxweş e û got divê li her taxê ev atolye pêk bên.
 
‘Em dixwazin azad bijîn’
 
Halîme Ermîş jî diyar kir ku atolye xweş derbas dibe û bi jinan re nîqaş tên meşandin û wiha bi dawî kir: “Bila atolye li her taxê pêk bên. Me bi gotinên serokê xwe her tişt baştir fêm kir. Bi pêşniyarên sreokatiyê jiyana me jinan guherî. Kesê pê re zewicandibûm ev qebûl nekir û mal terk kir. Got ez ê zilmê bidomînim, hûn vê qebûl bikin ez ê vegerim. Min got ez zilmê qebûl nakim. Em jiyanek azad dixwazin.”