
Mîrateya bi sedan salan didomînin: Bêrîvan
- 09:06 3 Tebax 2025
- Jiyan
Memîhan Zeydan
WAN - Bêrîvanên mîrateya bi sedan salan didomînin diyar kirin ku qedexeya zozanan li pêş wan astengkiyek mezine û wiha gotin: “Em pezên xwe ji guhanên wan nas dikin. Ew jî me ji dengê me nas dikin. Em berîvan alîkariyê didin hev bi hev re diçin û tên.”
Bêrîvanî di jiyana gund de kevneşopiyeke sedsalan e. Bêrîvan ku sembola çandê ne tevî her tiştî têkiliya xwe ji xweza û sewalên xwe qut nekirin.
Li gelek herêman bi hatina biharê re jin ji meha gulanê heta meha tebaxê diçin zozanan û bi payîzê re vedigerin gundên xwe. Li herêma Serhedê tevî qedexeya dewletê alternatîfan diafirînin û çanda Bêrîvaniyê didomînin.
Rihê civaka komunal
Bêrîvanên gundê Xaşkan û Kervanês yên Elbaq a Wanê çanda xwe didomînin. Jinên Kervanêsê li kontarê çiya, jinên Xaşkan jî li ber çeman çanda xwe didomînin. Jin behsa kêfxweşiya xwe dikin û balê dikşînin ser girîngiya Bêrîvaniyê. Bêrîvan rihê civaka komunal carek din nîşan didin. Jinên Bêrîvan diyar kirin ku ji meha Gulanê heta meha tebaxê pezê xwe didoşin.
‘Berê me evqas zehmetî nedikişandin’
Feleknas Yildiz (70) ku li gundê Xaşkan a Elbaqê dijî diyar kir ku ji 14 saliya xwe de bêrîvaniyê dike û got berê di konan de bi mehan li zozanan diman û got berê evqas zehmetî nedikişandin. Feleknas Yildiz wiha got: “Îro ezyet zêdetire. Pezê me ne di bin destê me de ye. Em nikarin biçin zozanan. Wek berê em naçin û kon venadin. Maşîneyên me yên şîr hebûn. Me ji şîr to û penîr çêdikir.”
‘Em tenê ji bo avê pere nadin’
Feleknaz Yildiz destnîşan kir ku bêrîvanî karekî xweşe û got: “Ez 70 salî me. Ez biharê pezê xwe difroşim. Ji ber temen û qedexeyan em nikarin karê xwe bikin. Em berê bi hespan diçûn. Berê rê hebûn niha rê tune em bi wesayîtan jî biçin. Ji ber qedexeyan em li deştan man. Me wesayît digirtin em dihatin vir. Lê êdî her tişt biha bûye. Em tenê ji bo avê pere nadin. Wek berê nîne.”
‘Pez ji deng xwediyên xwe nas dik’
Feleknaz Yildiz anî ziman ku ez ji bo wê gelek tiştî îfade dike û wiha vegot: “Em kedek mezin didin wan ew jî didin me. Em baş li wan mêze nekin nabe. Di navbera me de têkiliyek xurt heye. Gelek pez xwediyên xwe ji dengê wan nas dikin. Em jî wek zarokên xwe li wan dinêrin. Dema em neçin cem pezê xwe hewya me nayê. Em ji çêkirina penîr û mast kêfxwseşin. Ez ji pezê xwe hez dikim. Dema têm cem wekê biçim seyranê wekê biçim dawetê.”
Keda 30 salî
Azîze Karataş ya ji gundê Kervanês a Elbaqê ye da zanîn ku 30 sal e bêrîvaniyê dike û got: “Em sibehê zû tên bêriyê. Em şîrê xwe didoşin û vedigerin. Em ji şîr penîr çêdikin. Em pezê xwe ji guhanên wan nas dikin. Pezê me jî ji dengê me me nas dike. Ji zarokatiyê de karê me ev e. Jiyana me li ser bêrîvaniyê ye. Em bi pezê xwe debarê dikin.”
‘Rê pir bi xeterin’
Azîze Karataş wiha dawî lê anî: “Em ji jiyana xwe kêfxweşin. Çi dibe bila bibe ez dest ji pezê xwe bernadim.Pezê me tunebe em ê çi bikin. Ez pir ji karê xwe hez dikim. Riyên me pir bi xeterin. Berê em bi hespan an jî bi peyatî dihatin. Berê me konên xwe vedidan em bi mehan diman. Demên berê xweş bûn. Niha qedexe heye. Em her tim di van riyên xeter de derbas dibin.”