Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê li Enqerê meş
- 20:45 1 Îlon 2025
- Rojane
ENQERE- Hezên Ked û Demokrasiye ya Enqere tekildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê çalakiya meşek li dar xist û daxwaza aştiyê anî ziman.
Hezên Ked û Demokrasiye, bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê çalakiya meşe li dar xist. Partiyên siyasî, saziyên sivîl ên giredayî Hezên Ked û Demokrasiye û gelek kes tevlî bûn. Girse li ber Metroya Kolejê ya navçeya Çankaya heta Qada Sakaryayê meşiya. Girse di meşê de bênavber dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Demildest Aştî”, “Xweza, Aştî, Azadî” û “Bijî yekitiya jinan” berz kirin. Piştî mesşê li qada Sakaryayê daxuyanî da.
‘Tirkiye divê dev ji polîtîkayên şer berde’
Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê endama Komeleya Ziman û Çandê ya Ankayê (ANKA- DER) Cansû Çetîn ve hat xwendin. Cansu Cetîn bi lêv kir ku ew aştî, wekhevî û edaletê dixwazin û wiha got: “Em aştiyê, wekheviyê û edaletê dixwazin! Ji bo aştiyeke mayînde li Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd, rakirina astengiyên li ser zimanê dayikê, perwerdeya bi Kurdî û azadiya girtiyên siyasî şertên bingehîn in. Binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî li girtîgehan, divê bi dawî bibin; Qanûna Dij-Terorê bê betalkirin û girtîgehên ewlehiya bilind bên girtin. Tirkiye divê dev ji polîtîkayên şer berde, ji deverên dagirkirî yên Sûriyeyê vekişe û piştgiriya komên wekî HTŞ bi dawî bike.”
‘Aştî têkoşîneke hevpar a hemû gelan e’
Di berdewama axaftina xwe de Cansû Cetîn bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerên li Rojhilata Navîn, Filistîn, Îran û Ukraynayê encama pevçûna berjewendiyên emperyalîst in. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Filistînê ya ji bo azadiyê û li dijî dagirkeriya Îsraîlê ne.Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e; ew pêkanîna edalet, wekhevî, mafên demokratîk, parastina xwezayê, mafên jinan, karkeran, LGBTI+ û elewiyan e. Têkoşîna civakî li kolanan, cihên kar, bi rêxistinên wekî sendîka û platformên jinan ji bo aştiyê girîng e. Komîsyona aştiyê ya parlamentoyê divê bi şefaf bixebite, lê înîsiyatîf bi destê gel be. Parastina xwezayê û mafên heywanan jî beşek ji aştiyê ye. Aştî li welatekî ku xweza tê talankirin û heywan tên kuştin ne mimkun e. Aştî têkoşîneke hevpar a hemû gelan e, ne qenciyek ji hikûmetê ye. Nazım Daştan, Cîhan Bîlgîn û Sirri Sureyya Onder bi têkoşîna xwe ya ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyê di têkoşîna aştiyê de bûne sembol. Em wan bi hurmet bi bîr tînin û tekez dikin ku aştî bi têkoşîna civakî û yekîtiya gelan pêkan e.”
Piştî daxuyaniyê parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Sevîlay Çeleng axivî û bi lêv kir ku qonaxa ew di tê de ne qonaxeke dîrokiyê û divê hemû kes xwedî li pêvajoyê derbikeve.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.