Li Sêrt û Xerpêtê çalakiyên 1’ê Îlonê
- 22:23 1 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN –Bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Sêrt û Xerpêtê çalaki hatin lidarxistin û banga aştiyê hat kirin.
Girseya ku bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê li ber Dibistana Navîn a Sancaktar a li Kolana Guresê kom bû, dirûşme berz kirin û govend gerand. Girseya ku pankarta bi nivîsa "Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê, bijî 1'ê Îlonê" vekir, bi berzkirina dirûşmeyên wekî "Jin jiyan azadî", "Bijî aşitî", "Ji şer re na, aştî niha" û "Bijî yekîtiya gelê kurd" ber bi Qada Demokrasiyê ve meşiya.
Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslanê li vir metna daxuyaniyê xwend. Revşan Arslanê got: "Wekî ku birêz Abdullah Ocalan bi salan e destnîşan dike, mirovahî di nav gerînekên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dijî. Krîza sermayeya gerdûnî û şerên parçekirinê yên emperyalîst qadên jiyanê yên mirovan veguherandine qadên şer. Birçîbûn, xizanî, koçberî û mirin hewl tê dayîn ku bibin çarenûsa hevpar a bi mîlyonan kesan."
Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
Revşen Arslanê destnîşan kir ku gelê kurd tevî ku di salên şer de li dilê Rojhilata Navîn bedelên giran dane jî, hebûna xwe parastiye û got: "Îro, ew daxwaza xwe ya çareserî û azadiyê hîn bi bihêztir tîne ziman. Rêya ku dê deriyê aştiyê veke eşkere ye: divê şert û mercên azadiya birêz Abdullah Ocalan werin peydakirin, hebûna gelê kurd û mafên gelê kurd bi qanûnê werin garantîkirin, perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafên çandî werin naskirin û divê pratîkên qeyûm yên ku îradeya gel paşguh dikin bi dawî bibin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ne tenê mifteya pêşeroja gelê kurd e, di heman demê de ya tirk, ereb, laz, çerkez, elewî, êzdî û hemû gelan e jî." Revşen Arslan tekez kir ku divê her kes di 1'ê Îlonê de ji bo civakeke demokratîk û bê şer deng bide aştiyê.
Daxuyanî bi govendgerandinê û bi berdana kevokên spî ji aliyê Dayikên Aştiyê ve bi dawî bû.
Xerpêt
Li Xarpêtê, Platforma Ked û Demokrasiyê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Li ber avahiya DEM Partiyê ya li Xeraca Xozatê, pankarta bi nivîsa "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin" hat vekirin û her wiha pankartên wekî "Aştî û civaka demokratîk ji bo azadiyê ked e", Ji şer re na, aştî niha", û "Bijî aştî, bijî aştî" hatin daliqandin. Rêveberên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê yên Xarpêtê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di dema daxuyaniyê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî aştî" hatin berzkirin. Nihat Yuca, rêveberê DEM Partiya Xarpêtê, li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê metna daxuyaniyê xwend.