
Nêrgiz Mihemedî: Dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin
- 20:15 15 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî bi boneya salvegera çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî” peyamek parve kir û got: “Dixwazin girtiyan bitirsînin û ji vê tevgerê tolê hilînin.”
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî bertek nîşanî êrişa gardiyanan a li ser qawîşa girtiyên jin ên siyasî ya li Girtîgeha Jinan a Karçakê da. Nêrgiz Mihemedî di daxuyaniya xwe de got: “Li wê girtîgehê jinên dîlgirtî hene; ew wate û kûrahiyê didin têkoşîn, berxwedan û jiyanê. Ev jin, ji êrişên peywirdarên Komara Îslamî natirsin.”
Nêrgiz Mihemedî, da zanîn ku êriş bi awayekî plankirî, demekî kin beriya serhildana “Jin, jiyan, azadî” hatine kirin û wiha domand: “Salvegera qetilkirina Jîna Emînî ye. Em ê afirîna tevgera gel a bihêz Jin, Jiyan, Azadî bi bîr bînin. Lêbelê îro gelek gardiyanên mêr êrişî qawîşa jinan kirin. Komara Îslamî dixwaze bi vê êrişa xwe girtiyên jin bitirsîne û tola xwe ji vê tevgerê hilîne.”
Nêrgiz Mihemedî, diyar kir ku gelên Îranê di van rojan de hem xizmên xwe yên ji hêla peywirdarên dewletê ve hatine qetilkirin, hem girtiyên li sêdarê hatine darvekirin û hem jî girtiyên bêparastin ên di bin zilmê de bi bîr tînin.
Çendek roj berê li ser fermana midûrê girtîgehê Soghra Khodadadî, gelek gardiyanên jin û mêr bi ser qawîşa girtiyên siyasî de girtin. Girtiyên jin jî li dijî vê dirûşm berz kirin û nehiştin serdegirtin were temamkirin.