Şertên giran, heqdesta kêm

  • 09:02 7 Îlon 2025
  • Ked/Aborî
 
 
AMED - Jinên karker yên ji bo debara xwe bikin di zeviyan de dixebitin, li dijî barê giran ê kar û pirsgirêkên aboriyê têdikoşin. Jinan diyar kirin ku dixebitin lê beramberê keda xwe nagirin.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe. Ji aliyê civakê kes li dijî krîzê têdikoşin û bêguman yên herî zêde bi bandor dibin jin û zarok in. Jinên karkerên çandiniyê ji bo debara xwe bikin têkoşînek mezin didin. Jinên li mezra Ayşat a Peyas a Amedê li zeviyan dixebitin ji ajansa me re axivîn.
 
Esmanur Karabulut ku ji bo debara xwe bike sibehê zû radibe û diçe ser zeviyê wiha vegot: “Em êvarê saet di 7’an de vedigerin malê. Em di bin germê de îsotê kom dikin. Em barê giran radikin. Pişta me diêşe. Em gelek pirsgirêkan dijîn. Ez ciwanim dikarim ji bi zehmetiyan rabim. Lê jinên temenê wan mezin hene. Pirsgirêkên wan yên tenduristiyê hene. Dema em derman û zibil bikar tînin rewşên alerjîk tên jiyîn. Em beramberê keda xwe nagirin. Em dixebitin lê pereyê dikeve destê me kêm e. Divê dewlet vê çareser bike. Em ji ber krîzê nikarin debarê bikin.”
 
‘Li cihên ku mêr bixebitin jinan nagirin kar’
 
Esmanur Karabulut wiha dawî lê anî: “Em bi karkeriya li zeviyan debarê dikin. Ez xwendekara zanîngehê me. Pola sêyemîn dixwînim. Ez zîratê dixwînim. Piranî mêr e vê beşê dixwînin. Min serlêdana kar kir lê gotin piranî mêrin û kar nadin jinan. Ji xwe ez cotkar im. Min hemû zor û zehmetî dan ber çavan. Lê jinên endezyariya ziratê dixwînin bi van pirsirêkan re tên rû hev.”
 
‘Ez zarokên xwe birçî dibim ser erdan’
 
Emîne Karabulut jî destnîşan kir ku ew sibehê zû radibin, bêyî ku zikê zarokên xwe têr bike digire û dibe ser zeviyan û got: “Zarokên me jî ligel me tên. Em heta nîvro dixebitin. Pişta me diêşe. Piştî li ser erd karê me diqede em diçin malê xwarinê çêdikin. Em beramberê keda xwe nagirin. Em derman, zibil digirin. Ji ber vê qezenca me jî tuneye. Ji bo debarê hevjînê min li derve dixebite. Ez û zarokên xwe jî li ser erdan dixebitin. 4 zarokên min hene. Dibistan vebibe wê biçin dibistanê. Lêçûna dibistanê heye. Mûçeyê asgarî hinek zêde bibûne me yê bikariba debara xwe bikira.”