Li Hesekê ji bo mafê hêviyê mîtîng

  • 14:39 17 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Bi hezaran şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Erîşa, Hol, kampên Serêkaniyê û Waşokanî yên kantona Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.
 
Bi dirûşma “Em ê têkoşîna xwe bilind bikin, Rêber Apo fîzîkî azad bikin” bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîtîngek li Qada Azadiyê ya bajêr li dar xist.
 
Mîtîng bi beşdariya şêniyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Erîşa, Hol, kampên Serêkaniyê û Waşokanî li dar ket.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Elî di mîtîngê de axivî û got hevgirtina gelan dê Rêber Abdullah Ocalan azad bike û wiha berdewam kir: “Bi navê hemû jinan, em daxwaza pêkanîna mafê hêviyê dikin. Ev ne tenê daxwazek e, mafekî rewa ye. Rêxistinên mafên mirovan divê zû mudaxele bikin da ku ev maf bê cîbicîkirin. Ji ber vê yekê, divê em hemû bi yek dest û yek ruh bisekinin û mafê aştî û hêviyê bixwazin. Bi saya felsefe û ramanên Rêber Apo, jinan azadiya xwe bi dest xistiye û rola xwe ya bibandor li seranserê cîhanê belav kiriye.”
 
Endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahid Hesen jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo rawestandina şer banga aştiyê kiriye û got: “Rêber Apo ji bo avakirina civakeke demokratîk Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêş kiriye. Pêwîst e em xwe di nava vê manîfestoyê de kûr bikin û birêxistinbûna xwe xurt bikin.”
 
Mîtîng bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.