
Di 3 mehan de tahliyeya 10 girtiyan hat astengkirin
- 09:03 18 Îlon 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Di 3 mehan de li pey hev tahliyekirina 10 girtiyan hat astengkirin û hemû astengî jî bi heman hincetan hat kirin.
Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê li pey hev tahliyeya girtiyan tê astengkirin. Girtiyên jin yên li girtîgeha Bakirkoyê girtîn de, di serî de bi pêkanînên psîkolojîk û tundiya gotînî, bi gelek binpêkirinên mafan re tên rûhev. Dîsa înfaza girtiyan tê taloqkirin û şewitandin. Li girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan di 3 mehan de li pey hev tahliyeya 10 girtiyên ku nav de girtiyên 30 sale girtîne jî hene, hat taloqkirin.
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatiye girtin, bi biryarên Lijneya Îdarî û Şopandinê ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, tahliyeya girtiyan bi heman hincetan tên astengkirin. Di biryarên lijneyê de ‘koxuşa bi alî’, ‘sûc qebûl nekiriye’, ‘Poşman nebûye’, ‘rewşa baş tuneye’ tahliye hatin astengkirin. Dîsa cezayên dîsîplînê, negirtina pirtûkan, tevli bernameyên sporê nebûn, tevli qursan nebûn, bi psîkolog re hevdîtin nekirin û hincetên din tahliye hatin astengkirin.
3 mehan de tahliyeya 10 girtiyan hat astengkirin
Li girtîgeha Bakirkoyê tevî dîroka berdana 28 girtî hatibû, ji ya 10 heban 9 heb bi biryara lijneyê tahliyeya wan hat astngkirin. Ev girtî Zelal Kiliç, Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli, Mekiye Sonuk, Dîlek Oz, Sureyya Bulut, Sîlva Rashîdî, Eylem Ozer û Dîlan Kutlu ye. Ya Dîlan Turan jî di 4’ê îlonê de înfaza wê hat şewitandin.
Di encama agahiyên ji parêzeran hatiye girtin, der barê girtiyên tahliyeya wan hatine taloqirin agahî wiha ne:
“Zelal Kiliç
Berdana bi şert a Zelal Kiliç tevî ku divê 1’ê Çile de pêk bihata, lijneyên tahliye dirêj kir. Îtîrazên hatin kirin jî ji aliyê dadgeha ceza giran û dadgeriya înfazê ve hat redkirin û tahliye taloqî meha mijarê hat kirin.
Delal Tekdemîr
Berdana bi şert a Delal Tekdemîr di 23’ê hezîrnê de bû lê tevî vê tahliyeya wê ji aliyê lijneya îdarî ve hat astengkirin û înfaza wê sê mehan hat dirêjkirin. Îtîrazên hatin kirin jî hatin redkirin. Dîroka ji nûve nirxandina ji bo Delal Tekdemîr di 3’ê cotmehê d eye.Delal Tekdemîr 68 saliye û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên cidî hene. Du çongên wê de protez heye.
Turkan Karadaşli
Berdana bi şert a Turkan Karadaşli di 13’ê Tîrmehê de bû. Lê tevî vê cezayê dîsîplînê kirin hincet û înfaza wê sê mehan hat dirêjkirin. Nirxandina Turkan Karadaşli wê 17’ê Cotmehê de be.
Mekiye Sonuk
Berdana bi şert a Mekiye Sonuk tevî ku 11’ê îlonê de bû, ewil lêpirsîna dîsîplînê kirin hinet û piştre jî sê caran û herî dawî jî bi biryara lijneyê ya dijhiqûqê tahliyeya wê sê mehan hat taloqkirin. Nirxandina Mekiye Sonuk wê 24’ê cotmehê bê kirin. Tahliyeya Mekiye Sonuk jî 12’ê Kanûnê de ye û înfaza wê bi awayekî fîîlî tê şewitandin.
Dîlek Oz
Berdana bi şert a Dîlek Oz 23’yê Çile de bû lê ji aliyê lijneyê ve ev sê mehan hat taloqkirin. Îtîrazên hatin kirin hatin redkirin. Nirxandina Dîlek Oz ya nû 28’ê mijdarêde ye. Dîlek Oz 30 sale girtiye û nexweşa dil, astim, gurçik û tansiyona bilinde.
Sureyya Bulut
Berdana bi şert a Sureyya Bulut 16’ê cotmehê de bû. Lê sê mehan înfaza wê hat dirêjkirin. Îtîrazên hatin kirin hatin redkirin. Nirxandina ji nûve 28’ê mijdarêde ye. Sureyya Bulut 31 sale girtiye û nexweşa tuberkuloz û sentroma Wernîcke Korsakoff e.
Sîlva Rashîd
Berdana bi şert a Sîlva Rashîd 28’ê Kanûna 2024’an de bû. Lê bi hinceta cezayê dîsîplînê hat sê mehan hat dirêjkirin. Nirxandina nû ya Sîlva Rashîd 28’ê Mijdarê de ye.
Eylem Ozer
Eylem Ozer divê 24’ê Gulana 2024’an de bihata berdan. Lê saleke tahliyeya wê bi hinceta cezayên dîsîplînê tê astengkirin. Nirxandina nû 28’ê Mijdarê de ye.
Dîlan Kutlu
Berdana bi şert a Dîlan Kutlu 14’ê Adara 2024’an de bû. Lê saleke tahilyeya wê tê astengkirin. Tahliyeya Dîlan Kurt a heq kiriye 5’ê cotmehê de pêk tê.
Dîlan Turan
Berdana bi şert a Dîlan Turan jî 17’ê Tebaxa 2024’an de bû. Lê biryarên lijneyê hat talqokirin. Tahliyeya Dîlan Turan di 2026’an de meha mijdarê de pêk tê.”