
Cemîle Turhalli: Divê statuya zimanê me bê nasîn
- 09:03 20 Cotmeh 2025
- Çand û Huner
Neslîhan Kardaş
WAN - Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli ku tevli ‘Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî’ bû wiha got: “Divê statuya ji bo Kurdî bê nasîn. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê neyê nasîn û nebe zimanê fermî wê ziman qels bibe û her biçe tune bibe.”
Bi banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir pêvajoyeke nû li Kurdistan û Tirkiyeyê destpê kir. Bi vê pêvajoyê re daxwazên gelê Kurd ên sereke wek perwerdehiya zimanê dayikê û statuya ji bo Kurdî derket pêş. Bi pêvajoya nû re saziyên ziman ên Kurd ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê û statuya zimanê Kurdî gelek çalakî pêk anîn. Yek ji van jî ‘Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî’ ya di 15-16’ê Cotmehê de bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li Wanê pêk hat bû.
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cemîle Turhalli ku tevli komxebatê bû der barê girîngiya ziman de axivî.
‘Polîtîkaya dewleta Tirk êrîşek li hember gelên din bû’
Cemîle Turhalli da zanîn ku ji avabûna komarê heta niha ji bo Kurdî statu nehatiye nasîn û got komar li ser netewperestiyê ava bûye. Cemîle Turhalli daxuyakirin ku polîtîkaya komara Tirkiyeyê û stratejiya wan her tim red û înkar bûye û wiha got: “Polîtîkaya dewleta Tirk a li hember gelan her tim êrîş bû. Lê ji wê rojê heta îro me dest ji zimanê xwe berneda. Ji ber em zimanê xwe bi nasnameya kolektîf dibînin. Yanî ziman nasnameya kolektîf a gelekî ye. Em wisa dibînin.”
‘Em dixwazin li her qadê statu bê nasîn’
Cemîle Turhalli bal kişandin ser polîtîka tundiyê ya li hember gelê Kurd û wiha dirêjî dayê: “Tevî her tiştî polîtîkayên asîmîlasyonê negihiştin serkeftinê. Kurdan ne dest ji ziman ne ji ax ne jî ji çand û dîroka xwe berdan. Mixabin dewletê dema ev êrîş kir kêm be jî gihişt armanca xwe. Lê em dibînin ku heta îro gel xwedî li zimanê xwe derketiye. Vê xwedîderketinê ev polîtîka vala derxistine. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Em li dijî vê têdikoşin. Em dixazin zimanê me bibe xwedî statu. Em xwedî statu ne. Divê ev bê qebûlkirin.”
‘Azadiya Kurdî girêdayî têkoşîna Kurdan e’
Cemîle Turhalli daxuyakirin ku gelê Kurd gelekî rêxistinkiriye û wiha bi lêv kir: “Gelê Kurd gelekî qedîm e û di heman demê de rêxistinkiye. Li cîhanê gelekî weke gelê Kurd rêxistinkirî tuneye. Modela jiyanê ya Kurd dixwazin ji bo hemû mirovahiyê ye. Bi hezaran salan berê çawa ji Rojhilata Navîn, Kurdistanê şaristanî li cîhanê belav bû îro jî paradîgmaya Kurd ji nû ve wek model li cîhanê belav dibe. Em ji bo vê kedê didin. Bêguman azadiya Kurdî, girêdayê têkoşîna Kurdan e. Ev di bin berpirsyariya me hemûyan de ye. Divê statuya zimanê me bê nasîn. Her kes xwedî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Perwerde mirovan pêş dixîne. Ji ber vê jî divê statuya ji bo zimanê me bê nasîn. Mafê perwerdeya bi ziman neyê dayîn, ziman qels dibe û tune dibe.”
‘Xwedî li zimanê xwe derkevin’
Cemîle Turhalli di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Ger ku gel xwedî li çand û zimanê xwe derkeve wê ziman û çand jî xwedî li wî gelî derkeve. Ziman mirovan pêş dixîne û aştiyê tîne. Xwedî li zimanê xwe dekevin, bila ziman jî xwedî li we derkeve.”