ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN

  • 09:00 24 Cotmeh 2025
  • Rojev
 
* "Pêvajoya diçe Şoreşa Cotmehê dikare wek pêvajoya şareşa jinê bê nirxandin. Ji 1905’an şûnde li Rûsyayê jin bi navê ‘yekitiya mafên wekhev a jinan’  çûne rêxistibûnê. Di kongreya yekemîn a yekîneyê de  mafê dengan, mafê wekheviya heqdest û xizmeta tenduristiya bê pere derketiye pêş. Ev avabûn piştr e wek jinên sosyalîst û burjuva bûye dubeş. Tevlibûna jinan a Partiya Şoreşa Sovyet di salên 1901-1916’an de ji sedî 30 bû. Yên Şoreşa Cotmehê ya 1917’an dan destpêkirin jî jin bûn. " JINEOLOJΠ
 
* Jinan der barê cezayên ku di rojên borî de li hevseroka giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş û endama meclîsa giştî ya SKM’ê Ebru Yîgît hatiye birîn axivîn û diyar kirin ku ji ber Denîz Aktaş û Ebru Yîgît li dijî zîhniyeta mêr têkoşîn dane û dengê xwe bilindkirine hatine girtin û gotin ev komployek hatiye plankirinê ye. DÎMEN HEYE 
 
*Sevda Hasar ya OHD’yî diyar kir ku astengkirina girtiyan û bi taybet jî girtiyên jin ên Sîncanê helwesteke polîtîkaya li dijî pêvajoyê ye û got pêvajoya ku ji aliyê dewletê ve tê meşandin dîsa ji aliyê saziya dewletê ve tê sabotekirin. DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar der barê mîtînga ku wê li Esenyurtê pêk bê bang kir û got: “Ji bo desthilatdariya ku pergalek rizyayî heyî dike biguhere û hem jî ji bo mayîndebûna aştiyê em tên gel hev. Em banga tevlibûnê li hemû kesî dikin.” DÎMEN HEYE