
Cezayê girtîgehê li rojnameger Oznûr Deger hat birîn
- 12:10 21 Cotmeh 2025
- Hiqûq
MÊRDÎN - 3 sal 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger hat birîn.
Di 7'ê Sibatê de li Qosera Mêrdînê polîsan bi ser mala Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger de girtin û piştre bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" kiriye hat darizandin. Rûniştina biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Parêzer û Oznûr tevli rûniştinê nebûn.
3 sal 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger hat birîn.