Ji Hîlala Zêrîn klîba Şêxmeqsûd

  • 13:29 21 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a bajarê Helebê klîbekê li ser berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêdike. Klîb dê di çend rojên nêzîk de were weşandin.
 
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a bajarê Helebê ev çend roj e klîbeke li ser berxwedana Şêxmeqsûdê amade dike.
 
Strana klîbê ji aliyê Koma Vajîn ve bi tevkariya Navnda Çemîl Horo ya Tevgera Çand û Hunerê ya Helebê tê gotin. Hunermend Sûzan Bîlan jî gotin û awazên stranê çêkirine.
 
Stran li galeriya Hikumet Mîlan ve hatiye tomarkirin û nêzî 70 jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di klîbê de cih digirin.
 
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Hedayet Osman ji ajansa ANHA'yê re axivî, diyar kir ku armanca klîbê peymanên berxwedanê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li tevahiya Sûriyeyê ragihînin û bi hunerê berxwedana van taxan a li hemberî êriş û dorpêçê nîşan bidin.
 
Hedayet Osman got, berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hêja  ye ku bi sedan helbestan were îfadekirin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Divê peymanên aştiyê yên şêniyên her du taxan werin ragihandin. Divê were ragihandin ku em gelekî aştîxwaz in û bi hemûyan re bi aştî dijîn, lê eger şer li ser me were ferzkirin em ê li ber xwe bidin."
 
Hedayet Osman di dawiya axaftina xwe de got, divê aştî li tevahiya Sûriyeyê pêk were.
 
Li gorî Hîlala Zêrîn, klîb dê di çend rojên nêzîk de were weşandin.