ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2025'AN

  • 09:00 25 Cotmeh 2025
  • Rojev
 
* Jinan der barê pêvajoya aştiyê ya piştî banga dîrokî ya 27’ê hatiye destpêkirin de axivîn û balkişandin ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku bêyî azadî û wekheviyê aştî û jiyanek hevpar ne pêkan e. BI DÎMEN 
 
Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest pêk bê û got: “Divê mifteya çareseriyê azad bibe ku em jî bi samimiyeta Tirkiyeyê bawer bikin. Me heta niha samimiyeta wan nedîtiye.” BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî û got delîlên derketine holê veguheriye baweriyek civakî û got: “Em rastiya li pişt mirina Rojînê baş nizanin lê ev dibe ku tundiyeke mêr a edlî, cînayetek plankirî û rêxistinkirî be. Ji bo ev derkevin holê divê daraz li alî mexdurê cih bigire.” BI DÎMEN