Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
- 09:23 15 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 313'yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Licê de şero taybet” derket û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li ser Lice û bajarên Kurdistanê. Rojnameyê dîsa bal kişand ser têkoşîna li dijî şerê taybet û tiryakê.
Rojnameya Xwebûn, di hejmara 313'yan de cih da çalakiya saziyên sivîl û partiyên siyasî ya li navçeya Licê ya li dijî tiryakê. Rojnameyê vê hefteyê analîza Navenda Nûçeyan a Kirmanckî ku balê dikişîne ser Şerê Taybet ku dewletê li navçeya Liceyê pêş xistiye û sernavê “Licê de şero taybet” derxist pêş.
Rojnameyê dîsa cih da hevpeyvîna Xecê Şen ku li ser mafê heviyê û Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk ku bi Hevserokê OHDê Serhat Çakmak re çêkiriye.
Rojnameyê di rûpela manşetê de nivîsên Nivîskar Zinar Ronî, Felemez Ulug, Bêrîvan Kayî, Abdullah Polat, Medya Bal, Adar Gulan, Ramazan Olçen, Adar jiyan ên der barê konferansê û şerê taybet derxistin pêş.







