DFG’ê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir
- 12:23 2 Nîsan 2026
- Rojane
AMED – DFG’ê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Adarê eşkere kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku zextên li ser azadiya çapemeniyê piralî zêde bûne.
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û binpêkirinên li ser saziyên ragihandinê ya meha Adarê eşkere kir. Di raporê de zextên giran ên li ser çapemeniyê xwe radixe ber çavan.
Di raporê de hat diyarkirin ku di mehekê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û bi girtinên dawî re hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 31 kesan. DFG’ê destnîşan kir ku daraz û “Qanûna Dezenformasyonê” veguheriye amûreke zextê.
Di raporê de hat diyarkirin ku meha Adarê ji bo azadiya raman û çapemeniyê bûye meheke tarî. DFGê bal kişand ser girtina rojnamegeran û ev agahî parve kirin: “Piştî ku di meha Sibatê de 6 rojnameger hatin girtin, di meha Adarê de jî 6 rojnameger hatin binçavkirin.Ji van rojnamegeran, 2 jê bi hinceta nûçeyên xwe hatin girtin. Di 15ê Adarê de rojnameger Bîlal Ozcan û di 21’ê Adarê de nûçegîhanê rojnameya BîrGunê Îsmaîl Ari, bi îdiaya ‘belavkirina agahiyên şaş’ hatin girtin.
Di raporê de hat gotin ku “Qanûna Dezenformasyonê” li ser xebatên rojnamegeriyê wekî amûreke tirsandinê tê bikaranîn. DFGê destnîşan kir ku şolîtiya di qanûnê de dibe sedem ku rojnameger ji pratîka nûçeyan werin dûrxistin û ev yek rasterast mudaxileyî mafê agahdarkirina civakê ye. DFGê di raporê de bal kişand ser astengiyên li qadên Newrozê û wiha got: “Rojnamegerên ku xwestin doza Ekrem Îmamoglu bişopînin hatin astengkirin. Di 19ê Adarê de rojnamegerên ku xwestin çalakiya li Saraçhaneyê bişopînin rastî tundiya polîsan hatin. Li aliyê din meşa ‘Ji Rojnamegeran re Azad’ ku li dijî zextên li ser rojnamegeran, xwestin bê lidarxistin, hat astengkirin. Ev jî nîşan dide ku mafê îfadeyê û mafê kombûn û daxuyaniyê tê astengkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de ku bi coşeke mezin derbas bû lê qedexeyên dijîtal derketin pêş.
Di meha Adarê de êrişên li ser saziyên çapemeniya azad di qada dîjîtal de jî berdewam kirin. Li gorî raporê: “Hesabên Xê yên Yenî Yaşam, Jinnews û Ajansa Welat hatin astengkirin. Hesabê medya dîjîtal ê Ajansa Mezopotamya hat girtin. Di mehekê de bi giştî 53 hesab û 75 naverokên nûçeyan hatin astengkirin.
DFG'ê di dawiya raporê de daneyên der barê dozên li dijî rojnamegeran de parve kir û cih da van agahiyan: “Der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. Li dijî 5 rojnamegeran doz hat vekirin. 24 rojnameger hatin darizandin. Li 3 rojnamegeran bi giştî 9 sal û mehek cezayê hepsê hat birîn. Dema bi giştî bê nirxandin, di Adara 2026an de, tê dîtin ku xebatên rojnamegeran bi awayekî cîdî hatiye astengkirin û mafê azadiya şopandina nûçeyan hatiye binpêkirin. Rojnameger rastî astengiyên fîzîkî hatine, hatine binçavkirin û girtin. Hesabên medya dijîtal hatine astengkirin. Bi piralî û bi rêk û pêk azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin. Ev nîşan dide ku azadiya çapemeniyê û mafê darizandinê di qata neteweyî û navneteweyî de pir paş ketiye. Bi giştî hêjmara rojnamegerên girtî gihiştiye 31 kesan. Ev rewş û tabloya tundiya li ser çapemeniyê radixe ber çavan.”







