Jinên Şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
- 18:12 9 Çile 2026
- Rojane
AMED - TJA’yê jinên şoreşger yên li Parîs û Sîlopiyê hatibûn qetilkirin bibîr anî û wiha hate gotin: “Ew xwedî hêzeke ku hêzên navneteweyî tehemulê wan nedikir bû. Ew sîmgeya berxwedanê bûn.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez li Parîsê û ji bo Seve Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar li Amedê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.Bername li Navenda Çanda Dîcleyê pêk hat. Gelek saziyên jinan, rêxistinên sivî lû partiyên siyasî tevli bûn. Jinan qurnefîl danîn ber wêneyên jinên hatine qetilkirin û find pêxistin. Bê navber dirûşmeyên jin jiyan azadî hat berzkirin.
Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek hat nîşandan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya di bîranînê de axivî û da zanîn ku di ser komkujiyê de 13 sal derbas bûye û got: “Êrîşa li hember jinan ne şexsî bû. Van jinên pêşeng îradeya kurd, rumeta jinan têkoşîna wekheviyê temsîl dikir. Ya hedef hat girtin têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bû. Xswestin vê tune bikin. Lê em mîrateya wan hildigirin. Têkoşîna wan didin jiyîn. Têkoşîna wan daye destpêkirin di têkşoîna hemû jinan de tê jiyîn.”
Piştî axaftinan bername bi dirûşmeyan bidawî bû.







