‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

  • 15:31 7 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di daxuyaniya vî hefteyî de bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin û daxwaza berdana wan kir.
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 600'emîn de bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxwaza ji girtiyên jin ên nexweş re azadî li Cadeya Sakarya ya navçeya Çankayaya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê dermankirin nayê astengkirin” “Ji girtiyên nexweş re azadî” hat vekirin. Endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û partî û saziyên civakî û kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên, “Ji girtiyên siyasî re azadî” û “Tecrîd îşkenceye, bila bi dawî be” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ya vî heftî rêvebera ÎHD'ê ya Şaxa Enqereyê Sevîl Turgut xwend. 
 
Şert û mercên girtîgehan 
 
Sevîl Turgut anî ziman ku girtiyên nexweş di girtîgehan de rastî binpêkirinên mafê tenduristiyê tên û ji ber şert û mercên girtîgehan jiyana girtiyên nexweş di xetere de ye. Sevîl Turgut diyar kir ku girtiyên jin ji aliyekî ve ji nexweşiyan re ji aliyê din ve rewşa ne paqîjbûna girtîgehan, tecrîd û ferzkirina lêgerîna tazî ve rû bi rû dimînin. Sevîl Turgut destnîşan kir ku ji ber şert û mercên girtîgehan girtiyên nexweş ên jin bi mirinê re rû bi rû dimînin û got ku divê girtiyên nexweş ên jin bên berdan.
 
Mafê wergirtina tenduristiyê
 
Sevîl Turgut di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafê wergirtina tenduristiyê yên li girtîgehên Sîncan a Enqereyê û girtîgeha Bunyan a Keyseriyê û wiha got: “Li girtîgeha Sîncanê Ayşe Gokkan nexweşiya dil û nebihîstinê pê re peyda bûye. Ayşe Topçu jî ji ber parçeyên şarapnalê ku di sing û pişta wê de ye nikare bêhnê bide û bistîne. Pinar Tetîk jî ji ber kîsa di mêjiyê wê de ji ser hişê xwe diçe û nexweşiya dil pê re heye. Bi Rihan Kavak Ozbek re jî jî nexweşiya astim, guatr heye û di sînga wê de girik heye. Li Semîre Dîrekçî jî nexweşiyêk wek hipertansiyona, dil, xitimandina damaran, mêjî, fitiqa stû û piştê pê re hene. Girtiya nexweş Nedîme Kavak jî nexweşiyên weke gurçik, migren, guatr û hipertansiyon re rû bi rû maye. Li girtiya nexweş Selver Îspîr jî nexweşiya dil peyda bûye. Selver Yildirim jî 30 sal in di girtîgehê de ye û roniya çavê wê yê rastê kêm bûye û çavê din jî her ku diçe nabîne û bi tenê serê xwe nikarê bijî. Her wiha nexweşiya roviyan li Zerrîn Yilmaz peyda bûye. Xetereya nexweşiya penceşêrê li ser Fadik Adiyaman jî heye.
 
Divê hemû girtî bên berdan
 
Li girtîgeha Bunyan a Keyseriyê jî girtiya nexweş a jin Dîcle Bozan lingekî wê ampute bûye û di lingê din de jî parçeyên şarapnalê heye û roviyên wê qetiyan e û her wiha ji ber nexweşiya epîlepsiyê ji ser hişê xwe diçe. Her wiha li Dîlşad Şengul jî nexweşiyên weke dil pê re heye û parçeyên şarapnalê di laşê wê de mane. Melek Akgun jî bi nexweşiyên weke dil, KOAH û lawazbûna gurcikan dijî û nikarê pêdiviyên xwe bi tenê bîne cih. Di pişt û stûyê Naîme Encu de jî fitiq heye û ji ber gumana nexweşiya tumorê divê emeliyat bibe. Li Nazli Soglin jî nexweşiya ulser û xitimîna damar û mejî û nexweşiya dil lê peyda bûye. Şîlan Çetîner jî ji ber girika di mêjiyê wê de rewşa wê nebaş e. Dîlek Arsu jî nikare mafê tenduristiyê werbigire. Elîf Denîz jî bi nexweşiya astimê ketiye. Li Fecriye Benek jî nexweşiya mîgrenê peyda bûye û di destê wê de platîn heye. Her wiha Gulazer Akin û Gulgeş Tatli jî nexweş in û nikarin tedawî bibin. Jiyan Ay, Medya Aslan, Nurcan Ersoz jî nexweşiyên wan giran in û divê hemû girtî bên berdan.”
 
Sevîl Turgut bi lêv kir ku girtiyên jin ji ber biryarên çavderiya girtîgehan nayên berdan û divê ew bêhiqûqî ji holê rabe û wiha got: “Em li vir bang dikin; mafê jiyanê ya jinan, û mafê tenduristiyê û rûmeta jinan nabe mijara bazariyê. Banga wekhevî û azadiyê ya 8ê Adarê dê li paş diwarên girtîgehan jî olan bide. Divê demildest girtiyên jin ên nexweş bên berdan.”