Jinek ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal hat girtin

  • 15:21 9 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çavkaniyên mafên mirovan jina bi navê Azar Yahu hê jî li bajarê Meşhedê tê girtin, ji ber ku wê "stîkera dil" bikar aniye û ew bi "hevkariya bi dewletek dijmin re" hatiye tawanbarkirin.
 
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, Azar Yahu ku di sala 1987’an de ji dayik bûye di 4’ê Adara 2026’an de ji aliyê hêzên îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve li bajarê Meşhedê hatiye girtin û niha li girtîgeha Vakilabadê ye.
 
Li gorî van çavkaniyan ew bi "hevkarîkirina bi Îsraîlê re" hate tawanbarkirin ku ev tawan li ser bingeha hincetên seqet hatiye çêkirin, wek mînak bikaranîna wê ya stîkerek bi şiklê dil ku kesayetên siyasî yên biyanî nîşan dide. Lê bikaranîna stîkeran ji bo îfadekirina nerînên li ser kesayetên siyasî ne sûc e û ne jî delîla hevkariyê ye.
 
Her wiha di raporê de hat gotin ku di nav sedemên girtina vê welatiyê de hebûna wê li kolanê û kêfxweşiya wê ji ber mirina Elî Xamineyî bû, ku rayedarên leşkerî ev yek wek kiryarek li dijî rejîmê bi nav kirin.
 
Çavkaniyên agahdar destnîşan dikin ku ev welatiya niha ji mafê têkilî û serdana malbata xwe bêpar e û tu agahiyên zelal derbarê rêça prosedurên qanûnî, îhtîmala gihîştina wê bi parêzerekî, an hûrgiliyên doza wê de nehatine weşandin.
 
Weşandina vê raporê bi şerê heyî re hemwext tê, ku gelek rewşên girtina welatiyan bi tohmetên têkildarî çalakiyên serhêl û derbirîna ramanan hene û rewşa gelek girtiyan hîn ne diyar e.