Rewşa hunermend Sîma Enbaî Ferîmanî ya girtî ne diyare

  • 15:50 11 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî ku li ser girtina Sîma Enbaî Ferîmanî ku li girtîgeha Vekîlbad a Meşhedê tê ragirtin mehek derbas bûye, hê rewşa wê ne diyare û ji mafên bingehîn bê par tê girtin.
 
Tevî ku li ser girtina helbestvan û lîstikvana şanoyê Sîma Enbaî Ferîmanî ya 34 salî, nêzî mehek derbas bûye, rewşê wê hê nediyare û li girtîgeha Vekîlabad a Meşhedê ji mafên xwe yên bingehîn bê par tê hiştin.
 
Li gorî raporên hatine weşandin, Sîma Enbaî Ferîmanî roja 15’ê Adara 2026’an hate girtin û niha li Beşa 6’an a Girtîgeha Navendî ya Meşhedê tê ragirtin. Ji dîroka girtinê heta niha mafê wê yê telefonkirinê û hevdîtina bi malbatê re hatiye astengkirin. Çavkaniyên xwedî agahî ragihandin ku li navenda lê girtiye tedbîrên ewlehiyê yên tund têne sepandin, ev rewş fikarên derbarê rewşa wê ya fîzîkî û psîkolojîk zêde dike.  
 
Hunermend bi sûcên ‘têkiliyên bi Îsraîlê re’, ‘Li dijî ewlehiya welat kombûn û hevkariyên veşartî’ û ‘heqareta dijî serokê berê û yê niha’ tê sûcdarkirin. Lêbelê, li gorî kesên nêz, pêvajoya dozê ne nezelaliyên cidî digre nava xwe û têkildarî van sûcdariyan derbarê sûcên şênber de heta niha agahiyek şefaf nehatiye dayîn.  
 
Ji dema girtina wê heta niha, tevî serlêdanên malbatê, rayedarên dadwerî û girtîgehê têkildarî rewşa dosyayê ti agahî nedaye û ji mafê dîtina parêzer bê par maye. Ev rewş  li dijî rêgezên darizandineke edlaneye.
 
Dewamkirina girtina hunermend di şert û mercên ne diyar de, di siya raporên têkildarî şertên nerênî yên li girtîgehan û hinek navendên binçavkirinê de pêkhat. Parêzvanên mafê mirovan, di mijara qedexekirina xwegihandina xizmetên tenduristiyê yê girtiyan û mafê hevdîtina parêzer û malbatê û zextên ewlehiyê di dema binçavkirinê de bi caran hişyarî dabûn.  
 
Ev dosya di heman demê de di aliyek berfireh de tê nirxandin. Her wiha gelek raporên derbarê binçabkirinan, bi zorê windakirin û tedbîrên ewlehiyê yên di xwepêşandanên girseyî yên demê dawî yê şer de û heta agirbestê demkî de pêkhatin hatine weşandin.
 
Di rewşên weha de, rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku girtî di rewşên ne guncaw de ragirtin, bê parhiştina ji mafên bingehîn û ne diyariya di pêvajoya darizandinê di qada mafê mirovan de bûye pirsgirêkek cidî. Ev mijar hem di nava welat de, hem jî di qada navneteweyî de rê li ber fikarên zêde dibe vekiriye.