Nêzî 14 milyon kes penaber bûne

  • 14:10 12 Nîsan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Her ku şerê li Sûdanê nêzî sala xwe ya çaremîn dibe, hişyariyên navneteweyî li ser xirabûna rewşa mirovî zêde dibin, di van rojên ku şer li deverên mezin ên welat berdewam dike û xizmetên bingehîn kêm dibin.
 
Rêxistinên mafên mirovan û yên mirovî hişyarî li ser krîza koçberiyê ya herî mezin a cîhanê li Sûdanê dan. Ji ber ku şer nêzî sala xwe ya çaremîn dibe û tekez kirin ku li ser berdewamiya tundiyê û berfirehbûna binpêkirinan, di heman demê de bi milyonan sivîl bi rewşa mirovî ya xirab û hilweşîna xizmetên bingehîn re rû bi rû ne, bêyî ku nîşaneyên çareseriyek nêz bibînin.
 
Nûnera UNHCR’ê ya Sûdanê Marie-Helene Verney, bi riya vîdyoyekê ji Xartûmê bi rojnamevanan re li Cenevreyê axivî û piştrast kir ku şer li seranserê deverên mezin ên Sûdanê berdewam dike, ji ber ku dikeve sala xwe ya çaremîn. Wê destnîşan kir ku şerê berdewam dibe sedema pêlên nû yên koçberiyê û êşa rojane ya bi milyonan kesan zede dike û da zanîn ku encamek ji vê krîzê re xuya nake, welat krîza koçberiyê ya herî mezin a cîhanê û yek ji rewşên awarte yên parastinê yên herî xirab dijî.
 
Nêzî 14 milyon kes penaber bûne
 
Marie Helene Verney destnîşan kir ku ji destpêka pevçûnên di Nîsana 2023’an de, nêzî 14 milyon kes neçar mane birevin, 9 milyon hê jî di nava Sûdanê de koçber in û 4.4 milyon kes jî sînorên welatên cîran derbas kirine.
 
Her wiha tekez kir ku tundî li beşên mezin ên Darfûr, herêma Kordofan û Dewleta Nîla Şîn berdewam dike. Zêdebûna dawî ya bikaranîna êrîşên hewayî û dronan bêhtir mirov neçar kiriye ku birevin û binpêkirinên mafên mirovan berdewam dikin. Di nav de kiryarên weke; tundiya zayendî ya têkildarî pevçûnê, leşkerkirina bi zorê, girtinên kêfî, komkujî û gelekên din hene.
 
Herî zêde jin bi xeterên şer re rûbirû dimînin
 
Der barê rewşa jinan de, Marie Helene Verney destnîşan kir ku ew bi xeterên zêde yên şîdeta zaeyndî û tundiyê re rûbirû dimînin. Bi taybetî dema ku ji deverên bê ewle derbas dibin. Kesên ku ji şîdeta li ser bingeha zayendî rizgar bûne, di ragihandina bûyeran û gihîştina xizmetên bijîşkî, psîkososyal û hiqûqî de rastî astengiyên mezin tên ku ev jî di encamê de çerxa şîdetê zêdetir dike û gelek bûyer nayên ragihandin.
 
Ew bawer dike ku hilweşîna pergalên tenduristiyê, ajansên sepandina qanûnê û mekanîzmayên edaletê atmosferek bêcezatiyê ya berfireh afirandiye.
 
Zêdeyî 58 hezar zarok koç bûne
 
Marie Helene Verney her wiha behsa êşa zarokan kir ku bi milyonan ji wan zarokatiya xwe di koçberiyê de derbas kirine, encamên dûr û dirêj li ser pêşeroja wan hiştine û destnîşan kir ku piraniya van zarokan tenê bi rêjeyek pir kêm dikarin biçin dibistanan, an jî bi tevahî ji perwerdeyê bêpar mane.
 
Her wiha destnîşan kir ku zêdetirî 58 hezar zarok bi tena serê xwe gihîştine welatên cîran, di dema revê de ji malbatên xwe veqetiyane, gelek caran birîndar digihîjin û ji travmayên kûr ên psîkolojîk dijîn.
 
UNHCR’ê piştrast kir ku hejmara zêde ya Sûdaniyan ku rêwîtiya xeternak di ser Lîbyayê re ber bi Ewropayê ve dikin zêde dibe. Di navbera salên 2024 û 2025’an de zêdetirî 14 hezar Sûdanî gihîştin Ewropayê ku ev yek ji destpêka pevçûnê ve zêdebûnek ji sedî 232 temsîl dike. UNHCR’ê tekez kir ku ev tevger ne meseleyeke hilbijartin an luksê ye, bersivek e ji bo nebûna perspektîfên aştiyê û nekarîna dabînkirina hewcedariyên bingehîn hem di nava Sûdanê de û hem jî li seranserê sînorên wê.
 
Kêmbûna dabînkirina xwarinê
 
Di heman civîna çapemeniyê de, nûnerê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) li Sûdanê fikarên xwe yên mezin li ser bandorên pevçûnên berdewam ên li Rojhilata Navîn anî ziman û diyar kirin ku dibe heta dawiya sala 2026’an dabînkirina xwarinê kêmtir bike.
 
Xetera birçîbûnê li hinel deverên germ ên Sûdanê, di nav de paytexta wê, Xartûm jî heye ku duyemîn bajarê herî mezin ê fêkî û sebzeyan ê welat bû, hê jî bilind e. Berî pevçûnê gelek çewlikên heywanan û qesabxane li Xartûmê hebûn lê hemû hatine wêrankirin.
 
Hilweşîna pergala tenduristiyê
 
Di vê navberê de, nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li Sûdanê piştrast kir ku di sê salên pevçûnê de li Sûdanê zêdetirî 200 êrîş li ser navendên tenduristiyê hatine belgekirin, ku di encamê de 2 hezar û 52 kes mirine.