Gulîstan Doku û Rojwelat Kizmaz: Du sembolên bêcezahiştinê

  • 09:06 22 Nîsan 2026
  • Rojane
Rabia Onver
 
ÊLIH - Piştî ku dosya Gulîstan Doku ji nû ve vebû, polîtîkaya bêcezahitşinê û mirinên bi guman yên jinan dîsa hatin rojevê. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk der barê mirina bi guman a Gulîstan Doku û Rojwelat Kizmaz de axivî û got: “Lêpirsînek bi bandor nehat meşandin. Divê berpirsyariya cemawerî bê lêkolînkirin. Ji bo rastî derkevin holê divê lêpirsînek serbixwe û zelal bê meşandin.”
 
Piştî 6 salan şûnde der barê dosya xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de pêşketin hatin jiyîn û gelek kes di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin û girtin. 
 
Piştî lêpirsîna Gulîstan Doku, ji bo ronîkirina mirina bi guman a hevala Gulîstan Doku, Rojwelat Kizmaz jî bang tên kirin.
 
Rojwelat Kizmaz di 9’ê Sibata 2024’an de ji mala xwe ya li Êlihê derket û agahî jê nehat girtin. Di 12’ê Sibatê de cenazeya wê di Gola Bendava Ilisu de hat dîtin. Gulîstan Doku û Rojwelat Kizmaz hevalên hev bûn. Ji ber vê nîqaşên ku têkiliya her du bûyeran bi hev heye ji nû ve hat rojevê. 
 
Aktîvîsta TJA’yê û hevşaredara Êlihê ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin Gulîtsan Sonuk der barê mijarê de axivî.
 
Gulîstan Sonuk got li pişt mirinên bi guman yên jinan tundiya mêr-dewletê heye û got: “Mirinên bi guman wek întîxar nîşan didin. Lê li pişt vê zexta delwet û bêcezahiştin heye. Li pişt hemû mirinên jinan tundiya mêr dewletê heye. Cînayeta Gulîstan Doku mînaka herî şênber e. Malbatê ji roja ewil de got keça wan întîxar nekiriye. Lê bi salan berê malbatê dan cihê şaş.Di encama têkşoîna tevgera jinan û malbatê de girtin û binçavkirin çêbûn. Reşkirina delîlan carek din nîşan da ku qetilkirinên jinan polîtîk û îdeolojîkin. Qetilkirinek bi organîzekirî hatiye kirin. Cihê cenazeyê hatiye guhertin. Ev jî nîşan dide ku rêxistineke sûc hatiye afirandin.”
 
‘Raye dan waliyan’
 
Gulîstan Sonuk ev tişt anî ziman: “Dosya Gulîstan Doku bi salan bê bersiv ma. Divê dosyayê mirinên bi guman yên jinan yên berê bi awayekî zelal bên lêkolînkirin. Bajarên ku qeyûm lê hatin dayînkirin rayeyên bê sînor dan waliyan. Ev walî jî bi cînayeta Gulîstan Doku re derketin holê ku ji xwe re tor, rêxistinên sûv avakirine. Hêza dewletê girtine pişt xwe û rêxistina sûc berfireh kirine. Di vê pêvajoyê de li bajarekî ku qeyûm lê hatibû dayînkirin, hevala Gulîstan Doku, Rojwelat Kizmaz bi guman jiyan axwe ji dest da. Ev ne tesaduf e.”
 
‘Malbat bi derfetên xwe lê geriya’
 
Gulîstan Sonuk der barê windabûna Rojwelat Kizmaz de jî wiha anî ziman: “Piştî Rojwelat winda dibe malbat serî li qerekolê dide.Lê serlêdan tu encamekê nagire û malbat li ser vê bi derfetên xwe bi rojan li keça xwe digerin. Emniyetê di pêvajoya windabûnê de tu xebatek lêgerînê nemeşand. Malbatê bi hewldanên xwe cenaze dîtin. Malbatê xwe gîhand qeydên kamerayê.  Lê emniyetê ev bi israr înkar kir.  Ev hemû pirsnîşanin. Divê hemû bên ronîkirin. Gelo qeydê HTS’ê  yên dibêjin ne ya Rojwelate kê paqij kir? Têkiliya tora sûc a Dêrsîmê bi Êlihê re heye an na?Divê ev hemû awayekî serbixwe û wijdan bê lêkolînkirin. Divê mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz jî bê ronîkirin û ronîkirina wê ji bo gelek kesên Êlihê û jinan girînge. Divê pêvajo bi awayekî berfireh û zelal bê meşandin.”