Jinan banga pêkanîna mafê hêviyê kirin
- 14:06 22 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşa bi dirûşmeya ”Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bê” de jinan got “Em li vir in ku bi zelalî bibêjin: Azadî nayê parçekirin û aştiya rastîn nikare li ser zilmê were avakirin. Belê, ew li ser edalet û naskirina hevbeş e.
Bi pêşengtiya Kongra Star a Kantona Hesekê û di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bê “ meşek girsayî hat lidarxistin. Bi sedan jin ji Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Zurgan, kampa Serêkaniyê û Kampa Waşokanî beşdarî meşê bûn û banga pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin.
Meş ji çarxerêya Kevokê dest pê kir û li çarxerêya Şehîd Serhed veguherî mitîngek. Meşvanan alên Kongra Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan her wiha pankartên bi nivîsa “Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bê” hilgirtin.
‘Pêwîst e Tirkiye li hemberî pêvajoya aştiyê cidiyet nîşan bide’
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Koordînasyona Kongra Star a Zirganê Mîliya Mano da zanîn ku doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê doza kesekî ye, her wiha doza gelekî ye ku ji mafên xwe bêpar e. Mîliya Mano got ku dengekî ku desthilatdariyê hewl da bêdeng bike bûye û wiha domand: “Tirkiyeyê di derbarê pêvajoya aştiyê de cidiyetek têr nîşan nedaye. Ji ber ku ew berdewam dike ku polîtîkayek paşvekişandinê di derbarê pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên têkildarî doza Ocalan de bişopîne, nemaze yên ku bi mafê wî yê hêviyê ve girêdayî ne. Ev nêzîkatiya domdar ne tenê nebûna îradeyek siyasî nîşan dide, di heman demê de bandorek neyînî li ser şansên gihîştina çareseriyek siyasî ya dadperwer û domdar di pêşerojê de dike.”
‘Tecrîdê rê li ber têkoşînê venemirandiye’
Mîliya Mano got ku “Salên tecrîdê ne aqilê wî qels kiriye, ne jî agirê têkoşîna wî vemirandiye û wiha pê de çû: “Berovajî vê, wan hebûna wî zêde kiriye û biryardariya gel a ji bo girêdana bi azadiya xwe xurt kiriye. Em li vir in ku bi zelalî bibêjin: Azadî nayê parçekirin û aştiya rastîn nikare li ser zilmê were avakirin. Belê, ew li ser edalet û naskirina hevbeş e. Em ne tiştê ne gengaz dixwazin, lê mafekî mirovan ê rewa dixwazin.”
‘Pêvajo bi pêkanîna mafê hêviyê ber bi aştiyê ve dê biçe’
Mîliya Mano da zanîn ku pêvajoya aşîtî û civaka demokratîk bi pêşengtiya Abdullah Ocalan mîsoger bibe û wiha got: “Raman û felsefeya Rêbertî li seranserê cîhanê belav bûye. Em bi vê ramanê dimeşin û daxwaza jiyana bi rûmet û demokrasiyê dikin. Ew tecrîda li ser Rêbertiyê dijwartir dikin da ku pêşî li aştiyê bigirin. Em wekî jin dê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo mîsogeriya mafê hêviyê Komploya ku Rojava û bi taybetî gelê Kurd hedef digre, berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiyê ye. Divê dewleta Tirk gavên ber bi aştiyê ve bavêje û mafê hêviyê yê Rêbertiyê bicîh bîne. Rêbertî tenê kesê ku dikare krîzê ber bi çareseriyek aştiyane û siyasî ve bibe ye. Ji ber vê yekê, em daxwaza pêkanîna mafê hêviyê dikin. Îro roja têkoşînê ye, roja berxwedanê ye û roja parastina hebûna me ji hilweşînê ye.”
Meş bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.







