Li Peyasê ji bo kursên belaş ên BESYO'yê serlêdanan dest pê kir
- 09:25 24 Nîsan 2026
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê, îsal jî wekî sala borî, ji bo xwendekarên ku dixwazin di warê sporê de kariyera akademîk bidest bixin, kursên amadekarî yên belaş vedike.
Kursên amadekarî yên ji bo Dibistana Bilind a Perwerdeya Bedenî û Sporê (BESYO) û Lîseya Sporê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya “Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in” têne organîzekirin. Serlêdan di navbera 21-30ê Nîsanê de tên qebûlkirin û kurs dê di 5ê Gulanê de dest pê bikin. Ji bo hemû xwendekarên beşdar, piştgiriya alavên sporê jî dê were peydakirin.
Par serkeftineke mezin hat bidestxistin
Sala borî, ji 80 xwendekarên ku beşdarî kursên amadekarî yên BESYO bûbûn, 53 kes di ezmûnê de bi ser ketin û di fakulteyên Mamostetiya Perwerdeya Fîzîkî û Rêveberiya Sporê de cih girtin. Di nav van de xwendekarekî bi sendroma Downê jî hebû ku bi dersên taybet beşdar bûbû û bi serkeftin ezmûn derbas kir.
Her wiha, ji 120 xwendekarên ku ji bo Lîseya Sporê amadekarî dîtibûn, 70 kes di ezmûnê de bi ser ketin. Şaredariya Peyasê bi vê projeyê piştgiriyeke girîng dide ciwanên ku dixwazin di warê sporê de perwerdeya xwe bidomînin û kariyera akademîk bi dest bixin.







