Li Stenbolê ji bo 1’ê Gulanê bang
- 20:25 25 Nîsan 2026
- Rojane
STENBOL - Atkîvîsta TJA’yê Sebhat Tuncel di foruma ji bo tevlibûna 1’ê Gulanê li Beyoglu pêk hat axivî û got: “Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û aştiyê biqîrin.”
Rêxistina DEM Partî ya Beyoglu li Parka haci Ahmet bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran forum pêk anî. Aktîvîstên TJA’yê Sebat Tuncel û Çaglar Demîrel, Seroka Giştî ya Sendîkaya Karên Avahî ya Şaredar (Dev yap-îş) y aKonfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Ozgur Karabulut tevli forumê bûn.
Ewil Ozgur Karabulut mafê axaftinê girt û da zanîn ku ew amadekariyên ji bo 1’ê Gulanê didomînin û banga tevlibûnê li hemû kesî kir ku 1’ê Gulanê de li Kadoyê cihê xwe bigirin.
Çaglar Demîrel jî axivî û daxuyakiri ku ew aştî û azadiyê dixwazin û bang kir ku divê her kes bi rihê Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin.
Sebahat Tuncel jî axivî û diyar ki rku ew di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û got: “Em bi rihê 8’ê Adarê û Newrozê hemû kesî vexwendiyê 1’ê Gulanê dikin. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û aştiyê biqîrin.”
Piştî axaftinan forum bi gerandina govendê bidawî bû.







