Ji xwendekarên zanîgehê berteka li diî kuştina jinan
- 14:45 28 Nîsan 2026
- Rojane
AMED -Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî zêdebûna kuştina jinan û polîtîkayên necezakirinê meşiyan. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê ji wan kesên ku daraz veguherandine amûrek qesrê û desthilatdariyê hesab bipirsin.
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi armanca nerazîbûn nîşanî kuştina Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz, Rojîn Kabaîş û Narîn Guran û gelek jinên di demên dawî de tên kuştin, bidin li ber Fakulteya Fenê ya zanîngehê kom bûn û bi pankarta “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” heta Fakulteya Perwerdehiyê meş li dar xist. Xwendekaran di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Biji berxwedana jinan”, “Mêr dikuje, dewlet diparêze” û “Jinên ciwan dimeşin, erd û ezman dihejin” berz kirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin.
Arjîn Ceylan a li ser navê xwendekaran axivî, bal kişand ser krîza edaletê û polîtîkayên ku kujeran diparêzin û wiha got: “Îro em li vir ne tenê ji bo meşekê, ji bo derxistina holê ya rastiyê kom bûne. Jin tên windakirin, qetilkirin, zarok nayên parastin, ciwan ji jiyanê tên veqetandin. Pişt re dosya tên girtin, delîl tên tepeserkirin û berpirsiyar tên parastin. Ji ber ku ev pergal ne bi eşkerekirina rastiyê, lê bi veşartina wê pêş dikeve. Dozên çaresernekirî yên wekî Gulistan, Îpek, Narîn, Rojwelat û Rojînê ne encama tesadufê ye; ev doz berhema zîhniyeta dewleta serdest a mêran û polîtîkayeke necezakirinê ye.”







