Li Mersînê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang tevlibûnê hate kirin

  • 11:15 29 Nîsan 2026
  • Ked/Aborî
MERSÎN - Li Mersînê rêxistinên ji bo 1’ê Gulanê amadekarî dikin, banga tevlibûna mitîngê kirin. 
 
Amedekariyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê ya ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran berdewam dike. Platform bi rojan li tax û kolanan belavokan belav dike û banga tevlibûnê dike. Li gorî plansaziyê girseyê beriya mitîngê dê li Qada Cumhuriyetê kom be û ber bi qada mitîngê ve bimeşe.   
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Mersînê Mahmût Sumbul, diyar kir ku beriya mitîngê dê li Mîllet Bahçesî kom bibin û ji vilr ber bi qada mitîngê bimeşin û ev tişt got: “Daxwaza sereke perwerdeya bi zimanê dayikê, bêpere, zanistî, sekulet û demokratîk e. Wek KESK, em ê ji bo jiyanek demokratîk û edaletê li qadan bin. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadê.” 
 
Endama TUM BEL-SEN’ê ya Şaxa Mersînê Gulay Satici wiha axivî: “Em wek KESK ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê hemû hevrêyên xwe vedixwînin qadan.” 
 
Serokê Şaxa HABER-SEN a Mersînê Musa Ozdemîr diyar kir ku dê li dijî hejarî, xizanî û kedxwarinê li qadan bin û got: “Ji bo ked, demokrasî, aştî û azadiyê em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Bijî yekê Gulanê.”