Di dosya Rojwelat Kizmaz de zincîra windabûn, îhmal û gumanan
- 09:11 30 Nîsan 2026
- Hiqûq
Rabîa Onver
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Nurten Uzumcu da zanîn ku bi pêşketinên di dosyaya Gulîstan doku de gotinên ‘întîxarê’ têk çûne û mînak Rojwelat Kizmaz ya li Êlihê jiyana xwe ji dest da bibîr xist. Nurten Uzumcu da zanîn ku divê lêpirsînek bi bandor bê meşandin û kiryar bên dîtin û darizandin.
Piştî pêşketinên di dosya Gulîstan Doku de, daxwazên ji bo dosyayên bi vî rengî jî zêde bûn. Li ser van pêşketinan malbata Rojwelat Kizmaz serlêdan kir û daxwaza lêpirsîneke bi bang kir.
Aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) Nurten Uzumcu der barê mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz de axivî û da zanîn ku bûyerên tundi, qetilkirin û destdirêjiyê yên li hember jinan ne munferîtin û got: “Ev pergal dixwaze civakê li gorî xwe teşe bike û vê jî li ser jinan ava dike. Li dijî vê bêguman têkoşîn, îradeya jinan heye. Jin û civak di bin êrîşek sîstematîk de ne. Bi taybet li hember jinên Kurd têkoşîna jinên Kurd êrîşeke sîstematîk heye.”
‘Divê dosya wek cînayet bên nirxandin’
Nurten Uzumcu destnîşan kir ku pêşketinên di dosya Gulîstan Doku de îdiayên ‘întîxarê’ têk biriye û got: “Em dikarin bêjin ku ev cînayet e. Ji ber vê jî em dixwazin ku hemû dosyayên bi vî rengî ku gumana întîxarê li ser heye divê ji nûve bên vekirin, gumanbar bên darizandin û cezakirin. Dosya Rojwelat Kizmaz jî di vê çarçoveyê de divê bê lêkolînkirin. Wê demê lêgerîneke xurt, lêprisînek xurt nehat kirin. Divê gumanbar bên dîtin û bê darizandin.”







