Di lêpirsîna Gulistan Doku de geşedaneke nû

  • 19:47 4 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Di lêpirsîna Gulistan Doku de rojane agahiyên nû derdikevin holê. Vê carê derket holê ku daneyên telefona Zainal Abakarov dema ku di bin çavdêriya dozgeriyê de bû, hatine jêbirin.
 
Di lêpirsîna Gulistan Doku, xwendekara sala duyemîn a Zanîngeha Munzurê de, her roj hûrgiliyên nû derdikevin holê. Vê carê, derket holê ku daneyên telefona Zainal Abakarov, kurê polîsê berê Engin Yucer, dema ku di bin çavdêriya dozgeriyê de bû, hatine jêbirin.
 
Agahiyên telefona Zainal Abakarov hatine jêbirin
 
Me ji belgeyeke ku ji aliyê Buroya Sûc a Neteweyî ve hatiye bidestxistin, tespît kir ku telefona desta ya Zainal Abakarov, ku di destê Serdozgeriya Giştî ya Dêrsimê de ye, wêneyên Kanûna 2019’an di navbera 1’ê Gulana 2020’an û 6’ê Gulana 2020’an de ji galeriya wê hatine jêbirin û hin wêneyên ku di 24-25’ê Kanûna 2019’an de bi rêya WhatsAppê hatine şandin jî hatine jêbirin. Wekî din, mînakên operasyona "paqijkirina kûr" - "paqijkirina sepanê" ya ku li ser sepana WhatsAppê hatiye kirin jî ji aliyê Buroya Sûc a Neteweyî ve hatine tespîtkirin.
 
Hesabê medyaya dîjîtal hatiye jêbirin
 
Agahiyeke din a ku me bi dest xistiye ev e ku sê meh û nîv piştî windabûna Gulistan Doku, di 18’ê Nîsana 2020’an de, Zainal Abakarov şîfreya hesabê xwe yê Instagramê guhertiye û dûv re bi awayekî mayînde jê biriye.