Çem û kulîlkên gundê Fitnê dilê mirovan geş dikin
- 09:10 11 Gulan 2026
- Galeriya Jinê
MÊRDÎN - Piştî baran û berfa zêde ya îsal li gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî bi ahengeke ji dil difire çem û kulîlkên gundê Fitnê dilê mirovan geş dikin. Bêhna kulîlkan, dengê çem aramiyê di dil de diafirîne.
Bi hatina biharê re her derê Kurdistanê bi şênkayiya xwe bêhna mirov fireh dike û dil geş dike. Her derê Kurdistanê wekî kartpostalekê derdikeve pêş û bandoreke baş li ser derûniya mirovan dike. Reqsa kulîlkan a li ber bayê biharê, dengê ji çem tê û hewaya rihê mirov zindî dike, hêviyên di dilê mirovan de jî geş dikin. Li gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê jî bi hatina biharê re ev dîmenê xweşik derdikeve pêşberî mirov. Gundê Fitnê bi şênkahiya xwe, bi ava ji cihên cuda dizê û cihên xwe yên dîrokî dilê mirov mest û zindî dike.
Dengê çûkan wekî melodiyekê ye
Gundê Fitnê di heman demê de bi cureyên çûkên li daristanê jî dewlemend e. Bi rengên xwe yên cuda, bi dengên xwe yên cuda biharê geştir dikin. Wekî melodiyekê bi firîna xwe azadiyê tînin bîra mirov.
Kulîlkên rengîn, hêviya aştiyê geş dikin
Wexta em li gundê Fitnê dinêrin bi kulîlkên rengîn û curbecur wateyeke cuda li biharê bar dibe. Ev kulîlk hêviya aştiyê geştir dikin û bi bêhna xwe aramiyê tîne bîra mirovan.
Ger rojekê rêya we bi gundê Fitnê ket şikeftên wê yên dîrokî, xirbeyên wê û Kela Rebetê ya dîrokî jî wê li hêviya we bin da ku hêviyên we zindî, dilê we geş bikin...
Foto: Roza Metîna











