Li Peyasê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî pîrozbahiyên rengîn
- 14:23 15 Gulan 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, çalakî û bernameyên cuda li dar xist. Di çarçoveya van çalakiyan de, li avahiya şaredariyê Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî bi awayekî fermî hate damezrandin û vekirin.
Di merasîma vekirinê de hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên Meclisa Ziman, Gerînendetiya Çand û Karên Ciwanan, xwendekarên biçûk ên Zarokistanan, xebatkar û gelek hemwelatî beşdarî vekirin û pîrozbahiyê bûn. Axaftin li ser girîngiya parastin û pêşvebirina zimanê dayikê hatin kirin û agahiyên derbarê armanc û xebatên yekeya nû hatin parvekirin.
Piştî axaftinan, govend hate gerandin û bi atmosfereke şênber û dilşad, Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li Zarokistanan
Di heman demê de, li Kreş û Mala Lênihêrtinê ya Perperik û Xalxalokê ya girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê, zarokên ku perwerdeya pirzimanî dibînin, bi coş û kêf Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.
Zarokan bi cil û bergên neteweyî û herêmî xwe xemilandin, stranên Kurdî gotin, govend gerandin û bi çalakiyên hunerî û çandî yên cuda kêf kirin.
Xebatkarên kreş û zarokistanê diyar kirin ku ew bi perwerdeya pirzimanî re dixwazin çand, huner û kevneşopiyên dewlemend û giringiya vê rojê ji zarokan re ragihînin û bi vî awayî binyata hişmendiyê ya nasnameya wan xurt bikin. Bi vê armancê, bi boneya 15ê Gulanê çalakî û şahiyên taybet ên cihêreng hatin lidarxistin.
Mamoste û zarokan di vê şahiya germ de kêlî û bîranînê xweş jiyan kirin û bi coş Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.







