Sevda Çelîk Ozbîngol: Divê sererastkirinên qanûnî bi lez bên kirin

  • 09:07 15 Gulan 2026
  • Hiqûq
Gulîstan Gulmuş
 
RIHA - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê sererastkirinên qanûnî yên piştî daxuyaniya Tevgera Apoyî daye, axivî û got: “Hiqûq pêk bê û hiqûqa aştiyê pêk bê wê bawerî ava bibe. Divê meclîs bikeve dewrê, sererastkirinên qanûnî bi lez pêk bîne û zemînê ava bike.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û di vê pêvajoyê de  Abdullah Ocalan û rêxistinê gelek gav avêtin û bang kirin. DEM Partiyê bi partiyên Tirkiyeyê re li çar parçeyê Kurdisatnê bi siyaetmedaran re hevdîtin kir. Dayikên Aştiyê ji bo gavên qanûnî bên avêtin çalakî pêk anîn. Devlet Bahçelî,  dem bi dem gotinên erênî bêje jî di alî dewletê de gav nehatin avêtin.  Tevgera Apoyî bi navê berê PKK ku xwe fesh kiribû, gavek avêt û di yekemîn salvegera feshkirinê de daxuuaniyek da û bang kir ku divê dewlet gavên şênber bavêje.
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê banga 27’ê Sibatê, helwesta dewletê, gavên divê bên avêtin û sererastkirinên qanûnî de axivî.
 
'Di serî de ewlehiya hiqûqî hewce ye'
 
Sevda Çelîk Ozbîngol der barê pêvajoya ku saleke berdewam dike de axivî û gotina Devlet Bahçelî ya ‘pêvajo yek alî nameşe’ bi bîr xist û wiha domand: “Ev pêvajo yek alî nameşe.Aştî di zemîneke hiqûqî ya baweriyê tesîs dike de pêkan e. Berovajî vê pêvajo zirarê dibîne û baweriya civakê tune dibe. Ev êdî tê dîtin. Pêkanînên qeyûm, pirsgirêkên înfaza ceza,  gelek prisgirêkên din. Ev pirsgirêkên ku hfewcedariya wan bi sererastkirina qnûnî heye. Di serî de gavên divê ji aliyê dewletê ve bên avêgin ewlehiya hiqûqî ye. Aşkera û zelal divê çarçoveya qanûnî bê avakirin.”
 
Gavên divê bên avêtin rêz kir
 
Sevda Çelîk Ozbîngol, xalên der barê ewlehiya hiqûqî yên ferz ku divê bikevin jiyanê wiha rêz kirin:
 
“*Li meclîsê divê sererastkirinek qanûnî ya taybet bê kirin
 
*Divê refromên ku azadiya fikr-raman û rêxistinbûnê dike bin ewlehiyê  bikevin jiyanê
 
* Divê dawî li pêkanînên qeyûm bên û demokrasiya herêmî bê radestkirin
 
* Divê girtiyên siyasî bên berdan.
 
*Bêyî zemîna hiqûqî çareseriyek mayînde ne pêkane.bêguman sererastkirin bi yek gavekê ne pêkan e em behsa pêvajoyek demdirêj dikin. Divê hîmê vê pêvajoyê saxlem bê avêtin. Divê ewlehiya qanûnî hebe.”
 
Sevda Çelîk Ozbîngul, destnîşan kir ku divê satatuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku muxatabê sereke yê pêvajoyê ye bi sererastkirinên qanûnî re bên dest girtin û got: “Mijara statuyê yek ji sernavên herî krîtîk a pêvajoyê ye. Divê di şert û mercên azad de muzakere bê meşandin. Divê mafê hêviyê pêk bê.Ji bo pêvajo bi awyaekî baş bimeşe, divê kanalên têkiliyê bên vekirin, statuya hiqûqî zelal bibe. Divê pêvajo di zemîna fermî de bê runiştandin.”