Gundê Karayakûbê ji bo zarokan çalakî
- 09:30 10 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Di çarçoveya “Hevdîtinên Peyasê ya 1emîn” de ku li 26 tax û gundên navendê bi beşdariya berfireh têne organîzekirin, vê carê gundiyên Karayakûbê mazûvaniya hevdîtinê kir.
Di hevdîtinê de Alîkarên Hevşaredarên Peyasê û endamên Meclisa Bajêr jî amade bûn. Ji bo zarokan boyaxkirina rû, çalakiyên spor û lîstikan, ji bo jinan atolyeyên taybet, kontrolên tenduristiyê yên giştî û ji bo astengdar û kal û pîran jî xizmetên lênihêrîna kesane hatin pêşkêşkirin. Bi vî awayî xizmet gihîştin hemû temen û şêniyên li gund.
Armanca sereke ya van hevdîtinan ew e ku li cihê bûyerê bi xelkê re rû bi rû bibin, daxwaz û pêşniyarên wan guhdar bikin, hevgirtinê xurt bikin, jiyana hevpar pêş bixin û çanda çareserkirina pirsgirêkan bi hev re mezin bikin.
Hevdîtinên Peyasê ya 1emîn wê di serdema havînê de li tax û gundên din ên Peyasê berdewam bikin.







