Jinên Botanê: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe

  • 09:03 12 Hezîran 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Jinên ji Botanê ku ji mîkrofona me re li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya berdewam axivîn, peyama ku aştî bêyî azadiya Abdullah Ocalan nayê bidestxistin dan.
 
Piştî banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibata 2025'an ji bo aştî û civakeke demokratîk, di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Her çend ev bang ji aliyê gelek komên cîhanê ve hatiye piştgirîkirin jî tê payîn ku bersivek ji hikûmetê jî were dayîn. Gelê Kurd bi taybetî jinên Kurd, bi berdewamî tînin ziman ku aştî û demokratîkkirina Tirkiyeyê di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas dibe.
 
Jinên Botanê li ser pêvajoyê û azadiya Abdullah Ocalan axivîn.
 
‘Mîmarê aştiyê erka xwe pêk anî’
 
Ji Dayikên Aştiyê  Asya Tay, bal kişand ser pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan a nêzîkî du sal berê dest pê kir, got, "Rêber Apo her tiştê ku dikarî û hêvî dikir pêk anî. PKK kongreya xwe pêk anî, merasîma şewitandina çekan li dar xist û ji Tirkiyeyê vekişiya. Ji roja bang hatiye kirin tu kes nehatiye kuştin û dilê tu dayikekê neşikestiye. Banga me ji berpirsiyaran re ev e ku her kes rola xwe bilîze û ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike. Ger şer dîsa dest pê bike, ew ê ji bo her kesî pir xirab be û Tirkiye dê zirara herî mezin bibîne. Wek dayikan, em bang li kesên ku dikarin aştiyê bînin dikin ku destên xwe bikin bin kevir û piştgiriyê bidin bangê. Bila em hemû wekhev û azad bijîn. Mîmarê aştiyê rola xwe lîstiye. Banga me ji Bahçelî û Erdogan re ye. Bila Bahçelî û Erdogan berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin. Em bi şer nikarin tiştekî bi dest bixin. Bila ev şer bi dawî bibe."
 
'Bêyî azadiya Abdullah Ocalan aştî çênabe'
 
Asya Tay diyar kir ku divê Abdullah Ocalan azad be û got, "Li her deverê cîhanê, her rêber bi gelê xwe re ye. Banga me ew e ku rêberê me azad bibe û bi gelê xwe re bibe yek. Abdullah Ocalan tenê aştiyê dixwaze. Bêyî azadiya Abdullah Ocalan aştî çênabe. Ger ew azad be, em dikarin li ser maseyê rûnin û aştî pêk were. Her wiha em bang li hemû dewletên navneteweyî dikin ku guh bidin banga me û ji bo misogerkirina aştiyê rola xwe bilîzin."
 
'Heta ku rêberê me azad nebe, em nikarin azad bibin'
 
Dayika Aştiyê Emîne Yaliç jî diyar kir ku ew bi hêviya aştiyê ketine sala 2026'an û got, "Em li benda azadiya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî bûn. Heta ku ew azad nebin, em nikarin azad bibin. Azadiya me bi a rêberê me ve girêdayî ye. Em li benda serbestberdana rêberê xwe ne. Dema ku em lê dinêrin, hîn jî ji hêla hikûmetê ve gavek nehatiye avêtin. Gelek zarokên Kurd di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, hatine girtin, an jî em nizanin ku cenazeyên wan li ku ne û li ku hatine vaşartin. Em dixwazin cihê cenazeyên zarokên me bên eşkerekirin.. Heta ku rêberê me azad nebe, em nikarin azad bibin. Em şer naxwazin. Bila êdî kes nemire. Ji dema ku pêvajo dest pê kiriye, mirin rawestiyane, û em  Ji ber vê yekê, divê dewlet jî gavek bavêje."
 
'Divê rêberê me azad be'
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ya navçeya Silopiyê Besê Cvîz jî got: "Bi banga Abdullah Ocalan re pêvajoyek nû dest pê kir. Her çend her tişt bi awayekî erênî pêşve diçû jî ji salekê zêdetir derbas bû, lê AKP hîn jî gavek neavêtiye. Abdullah Ocalan çiqasî li ser aştiyê israr bike jî dewletê gavek jî navêtiye. Ji destpêka pêvajoyê ve, Kurdan gelek gav avêtine. Em vê yekê ji tevahiya cîhanê re dibêjin: bi azadiya rêberê xwe, em jî dê di ziman, çand û jiyana xwe de azad bin. Bila êdî dilê tu dayikê neşewite. Em dixwazin azad bin, mîna hemû gelên cîhanê. Rêberê me divê bê azadkirin. Ger rêberê me azad be, em jî dê azad bibin."