Li Giyadînê li dijî GES'ê berxwedan: Wê kon vegirin

  • 18:12 13 Hezîran 2026
  • Ekolojî
AGIRÎ - Li gundê Bazirganê yê Giyadînê ku projeya GES'ê hatibû sekinandin, ji nû ve dest pê kir. Gundiyan bertek nîşan da û dan zanîn ku hewce bike ew ê kon vegirin.
 
Li gundê Bazirganê yê bi ser navçeya Giyadîn a Agiriyê ve, berxwedana gundiyan a li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku ji aliyê Şirketa Anonîm a Hilberandin û Depokirina Enerjiya Solar a Exenê ve tê xwestin were avakirin, berdewam dike. Gundiyên ku diyar kirin proje bi awayekî qaçax tê meşandin û di destê wan de tu belgeyeke destûra fermî tune ye, li qada înşatê çalakiya pêk anîn.
 
Gundiyan ku xwestin xebatkarên şirkete demildest çalakiyên xwe bidin sekinandin, destnîşan kirin ku ew di parastina qadên xwe yên jiyanê de bîryar in û ev peyam dan: “Bêhiqûqiya wiha em qebûl nakin, ger hewce bike em ê li vir kon vegirin û dest bi nobetê bikin.”
 
Li ser gundiyan zexta îfadeyê
 
Li ser bertek û berxwedana mafdar a gundiyan, cendirme sewqî herêmê hate kirin. Hat ragihandin ku hemû gundiyên beşdarî protestoyê bûne, ji aliyê cendirmeyan ve ji bo îfadeyê hatine gazîkirin. Welatiyên ku li dijî hewldanên zext û astengkirinê bertek nîşan dan, teqez kirin ku ew ê berxwedana xwe ya li dijî projeya GES'ê ya ku dê xweza û qadên wan ên jiyanê talan bike, bi biryardarî bidomînin.
 
Berxwedan û bertekên gundiyan berdewam dike.