Endama radyoya Dirbêsiyê Dûa Silo jiyana xwe ji dest da
- 13:19 14 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşkêşvana radyoya Dirbêsiyê Dûa Silo (24) ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Pêşkêşvana radyoya Dirbêsiyê Dûa Xalid Silo ya ji bajarê Dirbêsiyê ya Parêzgeha Hesekê ji ber krîza mejî jiyana xwe ji dest da.
Dûa Silo di sala 2002`yan li bajarê Dirêbsiyê ji dayîk bûye, 2 xwîşk û 4 birayên wê hene. Ji sala 2020`an ve heta beriya ku koça dawî bike, di radyoya Dirbêsiyê de xebat kiriye.
Dûa di radyoyê de nûçegihantî û pêşkêşvaniya bernameyên “Rojbaş” û “Jiyana Dayîkê” dikir.
Dûa Silo ji ber nexweşiyê di 9`ê Hezîranê de sewqî Nexweşxandeya taybet ya bajarê Qamişloyê kir.
Ji ber giraniya nexweşiya wê di 11`ê Hezîranê de sewqî Nexweşxaneya El-Muştehid ya Şamê hate kirin.
Li wir di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.







