Li Amedê atolyeya çêkirina çenteyan:Serlêdanan dest pê kir
- 18:12 16 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca pêşxistina jêhatîbûna pîşeyî ya jinan û piştgirîkirina tevlêbûna wan a di hilberînê de, Atolyeya Çêkirina Çenteyan a bêberamber li dar dixe. Di vê çarçoveyê de, ji bo Atolyeya Çêkirina Çenteyan a ji bo jinan, serlêdanan dest pê kir.
Xebata atolyeyê, dê li Navenda Jiyanê ya Jinan a Quçayê bê lidarxistin. Di bernameya perwerdeyê ya bêberamber a ku dê nêzî 2 mehî de, dê li ser sêwirandin û hilberîna çenteyan agahiyên bingehîn û pratîkî bidin beşdaran.
Serlêdan dê heta 23'yê Hezîranê bidomin
Jinên ku dixwazin beşdarî atolyeyê bibin, dikarin di navbera 16-23'yê Hezîranê de serlêdanên xwe bikin. Serlêdan; li ser Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Yenîkoyê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Quçayê û Navenda Jiyanê ya Jinan a Ben û Senê re bên qebûlkirin.
Hem jêhatîbûna pîşeyî hem jî piştgirî
Di çarçoveya atolyeyê de jin dê fersendê bibînin ku teknîkên hilberîna çenteyan a li ser bingeha keda destan fêr bibin. Di pêvajoya perwerdeyê de tê armanckirin ku şiyana hilberînê ya beşdaran pêş bikeve, di qada sêwirana afirîner de ezmûnê bi dest bixin û piştgiriya di navbera jinan de bêtir xurt bibe.
Ji bo bernameya atolyeyê ya ku kontenjana wê sînordar e, serlêdan dê di 23'yê Hezîranê de bi dawî bibin.







